Platforma Zimanê Kurdî nexşerêya perwerdeyê amade dike

Platforma Zimanê Kurdî nexşerêya perwerdeyê amade dike

Beriya ku li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di dibistanan û zankoyan de serdema perwerdeyê dest bike Platforma Zimanê Kurdî jî nexşerêyeke nû dide ber xwe.

A+A-

Beriya ku li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di dibistanan û zankoyan de serdema perwerdeyê dest bike Platforma Zimanê Kurdî jî nexşerêyeke nû dide ber xwe. Platforma Zimanê Kurdî di 19 û 20ê Cotmehê de Konferansek bo zimanê Kurdî li dar dixe û her wiha dê bo saziyên xwedî erk ên dewletê jî daxwaznameyan bişîne da kul i hemu zankoyên Tirkiyeyê bi navê Kurdî beşên zimanê kurdî werin vekirin.

Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di meha îlonê de di zanko û dibistanan de serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji ber vê yeke jî Platforma Zimanê Kurdî beriya ku serdema perwerdeyê dest pê bike çend biryarên girîng wergirtî ye û nexşerêyeke nû daye ber xwe. Di çarçoveya xebatên bo zimanê Kurdî de tê pêşbînîkirin ku di meha cotmehê de konferansek bo zimanê Kurdî li Diyarbekirê were li dar xistin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî amaje dike armanc ew e ku her Kurdek bo pêşxistin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî bi pîşe û peywira xwe ve girêdayî însiyatîfê werbigre.

Şerefxan Cizîrî- berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, dibêje:"Armanca me ew e ku em rewşenbîr, siyasetmedar, yên ku kar û xebata zimanê Kurdî dikin bînin cem hev. Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê, zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî, bila saziya zimanê Kurdî ava bibe. Li ser van em ê nîqaşan bi hev re bikin. Ji aliyê olî ve em ê binirxînin. Di nava rewşenbîran de, di nava saziyên sivîl de çima ziman qels ma ye? Em ê li ser van pirsgirêkan biaxifin."

Platforma Zimanê Kurdî bo statuya zimanê Kurdî û pêşxistina zimanê Kurdî dê bi saziyên dewletê re jî bikeve têkiliyê. Ji bo vê yeke jî bi teybetî daxwaz û hêviyên Platformê ji zankoyan hene. Endamê Platforma Zimanê Kurdî Vahît Aba dibêje zemîna akademîk bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî gelek girîng e.

Vahît Aba- endamê Platforma Zimanê Kurdî, got:"Kurd ne kêmnetew in. Li Tirkiyeyê millete duyem e. Divê zimanê Kurdî di temamê zankoyan de wek akademîk werê û beşên zimanê Kurdî li hemu zankoyen de were vekirin. Me biryar da bang û daxwaz bikin ku zimanê Kurdî ne tenê di enstîtuyan de hebe, bila di hemu zankoyan de wek beş bi navê hebe."

Platforma Zimanê Kurdî bang dike ku di warê xwedîlêderketina zimanê Kurdî de şaredariyên Bakurê Kurdistanê û saziyên sivîl jî hestiyariyê nîşan bidin da ku di jiyana rojane de bikaranîna zimanê Kurdî di nava civakê de bilav bibe. Platform dide zanîn beriya serdema nû ya perwerdeyê dê derbarê dersen bijare yên zimanê Kurdî de jî bangek wan bo raya giştî hebe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum