Mihemed Îsmaîl: Divê hemû aliyên Kurdî di Rêveberiya Xweser de cih bigirin

Mihemed Îsmaîl: Divê hemû aliyên Kurdî di Rêveberiya Xweser de cih bigirin

.

A+A-

Piştî guhertinên mezin ên li Sûriyeyê û rûxana rejîma Beşar Esed, çavên hemû aliyên siyasî li paşeroja welêt û bi taybetî li rewşa Rojavayê Kurdistanê ye.

Yek ji mijarên herî germ, diyaloga di navbera aliyên Kurdan bi xwe de û her wiha pêwendiyên wan bi hikûmeta nû ya li Şamê re ye.

Di vê çarçoveyê de, vexwendina fermî ya ku ji aliyê birêvebiriya Sûriyeyê ve ji Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re hatiye şandin, bûye rojeveke sereke.

Gelo dê ENKS bi tena serê xwe biçe Şamê yan dê bi aliyên din ên Kurdan re şandeyeke hevbeş ava bike?

Naveroka projeya ku ENKSyê pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kiriye çi ye?

Pêwendiyên di navbera ENKS û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de di çi astê de ne?

Ji bo bersiva van pirsan û nirxandina pêşhatên herî dawî, Serokê ENKSyê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl bû mêvanê bultena Rojavayê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Mihemed Îsmaîl tekezî li ser wê yekê kir ku ew wekî ENKS pêbendî biryarên Konferansa 26ê Nîsanê ne ku li ser avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdî tekez dike.

Îsmaîl da zanîn ku wan vexwendina Şamê qebûl kiriye lê li benda zelalbûna hinek xalan in.

Îsmaîl derbarê projeya ku pêşkêşî Mezlûm Ebdî kiriye jî got ku armanca wan xurtkirina yekrêziya Kurdan e.

Serokê ENKSyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku ji bo avakirina pêbaweriyê di navbera aliyên Kurdî de pêwîstî bi gavên pratîkî heye û divê Rêveberiya Xweser hemû aliyên siyasî di nav xwe de bihewîne.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl re:

Rûdaw: Ez dixwazim bi mijara çûyîna ENKSyê ya Şamê dest pê bikim. Biryara we ya dawî çi ye, gelo hûn dê biçin Şamê?

Mihemed Îsmaîl: Em dê biçin Şamê lê wekî ku me berê jî gotiye, em li ser bingeha ku şandeyeke hevbeş a Kurdî hebe û nerîna Kurdî ya hevbeş li gorî encamên Konferansa 26ê Nîsanê amade bike. Heta niha vexwendin nehatiye qebûlkirin. Çend hewldan hatin dayîn da ku em bizanibin bê ka asta vexwendinê çi ye, em kî ne û em ê çawa biçin. Hinek tişt ji me re ne zelal bûn lewma me got em dê hevdîtinê taloq bikin.

Piştre şandeyeke ji 15 kesan hat vexwendin. Me ew qebûl kir. Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi pêşwaziya li ser asta serokê komarê…

Rûdaw: Yanî ev vexwendname ji aliyê Serokê Sûriyeyê ve ji we re hatiye şandin?

Mihemed Îsmaîl: Belê, ji aliyê îdareya nû ya Sûriyeyê ve ji me re hat şandin. Me qebûl kir. Lêbelê bersiva wan hîn ne zelal e, ji ber ku gelek destwerdan çêdibin. Wek ku em dibînin, hin birayên me yên di hevalbendiya me de li gel aliyên PYDyê nerazîbûna xwe nîşan da. Her wiha aliyên Fransî û Amerîkî jî hinek dilgiraniyên xwe anîn ziman. Me jî tekezî li ser wê yekê kir ku ev hevdîtin ne gotûbêj û dan û standin in, tenê hevdîtinek e. Em jî wek hêzeke siyasî ya xwedî dîrokeke dûr û dirêj di nav tevgera siyasî ya Sûriyeyê de, bi têkiliyên baş û bingeheke xurt, em dizanin ku em çi dikin. Em piştrast in ku em ti gavekî navêjin ku di berjewendiya gelê me û doza me ya Kurdî de nebe. Em piştrast in ku me ti carî bazirganî bi xwîna gelê xwe nekiriye û em dê nekin. Em wekî hêzeke siyasî, piştrast in ji doza gelê xwe û em ê ti carî tawîzan nedin. Lê dema ku ENKS diçe, gaveke baş e, ji ber ku rêza Kurdan xera nake. Eger yekrêziya Kurdan xera bibe, em dê ti carî neçin. Em pêbendî wê yekê ne ku şandeyeke hevbeş a Kurdî hebe.

Rûdaw: Heke hûn biçin Şamê, tenê wekî ENKSê hûn dê biçin? Yan ev çûn dê bi hevahengî û hevkariya bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re be?

Mihemed Îsmaîl: Çûna me eger çêbibe, bê guman em dê bi tena xwe neçin. Em dê wek şandeyeke hevbeş biçin. Di nava wê şandeyê de em dê nûnerên xwe yên nû ava bikin. Xebata me li ser mafê gelê Kurd berdewam e.

Rûdaw: Birêz Salih Muslim beriya demekê di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re got ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer razî bûye ku şandeyeke hevbeş a Kurdî bibîne. Hûn wek serokê wê şandeyê, ev yek dê kengî pêk were? Çima heta niha şande neçûye eger razî bûye?

Mihemed Îsmaîl: Heya niha agahiyên me nînin ku ew razî bûye şandeyeke hevbeş bibîne. Em hez dikin û me hewl daye bi rêya Amerîka, Fransa û kesên ku karê gotûbêjan nêzîkî hev bikin, ku şandeyeke hevbeş a Kurdî li gel serokê komara Sûriyeyê bicive. Ev tiştekî baş e. Lê heta niha ev yek nehatiye diyarkirin û nehatiye gotin ku ew razî ye yan na.

Rûdaw: Em werin ser projeya ku we daye Fermandarê HSDyê. Ji bo avakirina “lîjneya Kurdî”, we xwestiye ku bi çi awayî aliyên siyasî di nav wê lîjneyê de cih bigirin?

Mihemed Îsmaîl: Ew proje li ser bingeha gotûbêj û dan û standinên ku berê di navbera me de çêbûne hatiye amadekirin. Ew li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ye ku di sala 2014an de hatibû îmzekirin. Li gorî wê rêkeftinê, diviyabû birêvebiriyeke hevbeş ji sedî 40 ENKS, sedî 40 Tev-Dem û sedî 20 ji partiyên din pêk bihata.

Rûdaw: Bersiva birêz Mezlûm Ebdî ji bo vê projeya we çi bû?

Mihemed Îsmaîl: Birêz Mezlûm Ebdî got ev fikreke baş e û tiştekî baş e û ew dê li gel aliyên din dan û standinê bike.

Rûdaw: Dan û standin dest pê kiriye li gel aliyên din?

Mihemed Îsmaîl: Nizanim.

Rûdaw: We li gel aliyên din gotûbêj li ser vê projeyê nekiriye? Tenê we daye destê Fermandarê HSDyê?

Mihemed Îsmaîl: Tenê li gorî wan şert û mercên heyî.

Rûdaw: Ev proje ji çend xalan pêk tê?

Mihemed Îsmaîl: Ne ji xalan, ew li ser bingeha avakirina şirîkatiyeke rasteqîn e. Merciyeteke Kurdî hebe, protokoleke şirîkatiyê hebe. Divê em li ser siyaseta herêmê û stratejiyên têkildarî doza Kurd û gelê Kurd li hev bikin.

Rûdaw: Dema hûn behsa merciyeta Kurdî dikin, mebesta we ew e ku ji sedî 40 ji ENKSê, sedî 40 ji Tev-Dem dê û sedî 20 ji partiyên din be?

Mihemed Îsmaîl: Belê, ew şêwazê wê merciyetê ye. Ew kar dike ji bo danîna siyaset û stratejiyên girêdayî doza Kurdan. Her wiha divê em li ser çareserkirina nakokiyan jî li hev bikin. Divê ew merciyet bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkan. Divê em hemû li hemberî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin yek deng. Eger em yek deng bin dê destkeftiyên me zêdetir bibin û em dê karibin mafên gelê xwe bi dest bixin.

Çavkani:Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin