Fransayê mercê naskirina dewlete Filistînê ji Rûdawê re eşkere kir

Fransayê mercê naskirina dewlete Filistînê ji Rûdawê re eşkere kir

.

A+A-

 Çavkaniyek ji Koşka Elyseeyê derbarê mercên Fransayê yên ji bo naskirina dewleta Filistînê ji Rûdawê re got, “Pêwîst e Hemas di desthilatê de nemîne û Filistînî yekgirtî bin.”

Çavkaniyek ji Koşka Elyseeyê (Koşka Serokkomariya Fransayê) Rûdawê re ragihand:

“Em li rewşa Filistînê dinêrin, em dibînin ku du beş e, Şerîeya Rojava û Xeze, ev yek me jî di siyaseta me de gelekî dike nav dudiliyê.

Divê ew bibin yek û yekgirtî bin lê em ji rewşa ku rûbirûyê me dibe gelekî bi fikar in.”

"Divê Hemas di hikûmeta paşerojê de nebe"

Heman çavkaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku yekbûna Filistînê bêyî Hemasê pêwîst e û got:

“Gelo Hemas ji bo vê yekê amade ye? Ji ber ku tişta me li ser li hev kiriye ew e ku nabe Hemas di kabîneya hikûmeta paşerojê ya Filistînê de hebe.”

Her wiha amaje pê kir ku di civîna Neteweyên Yekbûyî de, 142 welatan deng daye ji bo naskirina "desthilata hikûmeta Filistînê bi wî mercê ku hikûmet vegere Xezeyê û Hemas di desthilatdariya Xezeyê de nemîne."

Derbarê rewşa niha ya hikûmeta Filistînê de, çavkaniyê behsa lawaziya wê ya aborî û siyasî kir û got:

“Ji ber valahiyên ku di hilbijartinên du deh salên borî de çêbûne.”

Ji ber vê yekê wan daxwaz kiriye ku li wî welatî hilbijartineke nû were kirin ku wekî 142 welatan wan jî ji bo sala 2026an piştgirî dayê.

"Helwesta Hemasê bêberpirsiyarî ye"

Li ser çareseriyan û helwesta Hemasê çavkaniyê got:

“Em vê wekî çareserî çareseriya herî baş dibînin û divê Hemas jî qebûl bike û êdî dawî li tundiya li dijî Îsraîlê ya li navçeyên Filistînî bîne.

Divê ev bi dawî bibe ji ber ku xelkê Filistîn û Xezeyê jî paşeroja wan heye û dixwazin paşerojeke wan hebe, ne wekî ya niha.”

Di heman demê de çavkaniya ji Koşka Elyseeyê rexne li rola Hemasê girt û ragihand:

“Beşeke mezin a berpirsyariya tiştê ku niha diqewime di stûyê Hemasê de ye.

Ji ber vê yekê me daxwaza agirbestê ji her du aliyên şer, ji Hemas û Îsraîlê kir.

Û em di wê baweriyê de ne ku helwesta Hemasê li hemberî xelkê Filistînê gelekî bêberpirsiyarî ye.”

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin