PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin

PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin

.

A+A-

Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK)PWKyîyan, bi minasebeta 2 salîya PWKyê û di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ de di roja 17ê îlona 2025ê de, li Amedê di nav gel de belavokên bi kurdî û tirkî belav kirin.

Di destpêka çalakîyê de Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, di derbarê armanca çalakîyê de agahî da nûnerên ragehandinê.

Paşê, rêvebir û endamên PWKyê, li gereka Ofîsê, li Yanik Koşk, Çarrêyan, Cadeya Navenda Tenduristîyê, Cadeya Sakaryayê û li Pazara Çarşemê ya navçeya Baglarê belavok li esnafan û li gel belav kirin.

Gelê me yê Amedê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya PWKyê kirin.

17.09.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

                      

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin