Guterres: Ez dê li gel Ehmed Şer behsa daxwazên Kurd û Durziyan bikim

Guterres: Ez dê li gel Ehmed Şer behsa daxwazên Kurd û Durziyan bikim

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got, " Ez dê li gel Ehmed Şer behsa daxwazên Kurd û Durziyan bikim."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, derbarê daxwaza pêkhateyên olî û neteweyî yên li Sûriyeyê ya ji bo birêveberiyeke nenavendî, bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulla da.

Namo Ebdulla ji Guterres pirsî ka gelo ew dê di civîna xwe ya çaverêkirî ya bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re, behsa daxwaza pêkhateyên wekî Durzî û Kurdan a ji bo birêveberiyeke nenavendî di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bike yan na.

Daxwazên Kurd û Durziyan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di bersiva xwe de ragihand ku ew dê teqez behsa vê mijarê bike û got:

"Bi ya min, gelekî pêwîst e ku yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin lê di heman demê de divê hemû civak hîs bikin ku rêz li nasnameya wan tê girtin.

Di heman demê de ew xwedî mafê tam ê beşdarbûnê di nav welat de bi giştî ne; ji ber vê yekê ev tişt dê di naveroka gotûbêjên me de bin."

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî îro got ku bi piştgiriya Urdin û Amerîkayê ji bo aramkirina rewşa parêzgeha Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, planeke nû hatiye pêşkêşkirin.

Li parêzgeha Siwêdayê tîrmehê di navbera Durzî û Erebên Bedewî de şer û pevçûnên tund derketibûn.

Li gorî amarên nefermî, di şer û pevçûnan de zêdetirî 2 hezar kes hatin kuştin ku 789 ji wan Durzî bûn.

"Sûriye dev ji bistek axa xwe bernade"

Derbarê Kurdan de, Ehmed Şer 12ê Îlona 2025an di hevpeyvîneke xwe de ragihandibû ku dan û standinên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re "hêdî bûne" û destnîşan kiribû ku "Sûriye dev ji bihistek axa xwe jî bernade".

Li ser rewşa Rêveberiya Xweser û pirsa Kurd, Ehmed Şer gotibû, her fikreke ji bo dabeşkirinê "ne mimkin e" û Sûriye "wê qebûl nake".

Rêveberiya Xweser û Durzî li Sûriyeyê daxwaza sîstemeke nenavendî dikin da ku kar û barên herêmên xwe bi xwe birêve bibin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin