Alî Çeven hat berdan

Alî Çeven hat berdan

.

A+A-

 Çalakvanê Kurd Alî Çeven hat berdan.

Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven sala borî di hevpeyvîneke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû armanca êriş û gefan û pişt re 1ê Çiriya Paşîn a 2024an bi biryara dadgehê hatibû girtin.

Rûniştina doza Alî Çeven doh li Dadgeha 14emîn a Cezayê Giran a Çaglayanê ya Stenbolê hat kirin.

Dadgehê biryar da ku Alî Çeven were berdan û ew di demjimêrên şevê de ji girtîgehê hat berdan.

Parêzer Suphî Ozgen piştî berdanê li ber girtîgehê wêneyê Alî Çeven belav kir.

Alî Çeven piştî hevpeyvînekê ku tê de gotibû “Ez ne Tirk im” bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin