Pervîn Çakar; Ji bo çûna Hewlêrê bi kelecanim

Pervîn Çakar; Ji bo çûna Hewlêrê bi kelecanim

.

A+A-

Mala Mûzîkê ya Zehawî dê li ser Keleha Hewlêrê roja Pêncşema 25ê Tebaxa 2022an di demjimêr 20:00an de konserekê ji bo Soprano ya navdar a ji Bakurê Kurdistanê Pervîn Çakar saz bike. Pervîn Çakar ji Rûdawê re ragihand, “Ez gelekî bi kelecan û kêfxweş im ku yekem car e ez ê li Hewlêrê resîtaleke operayê bidim.”

Di konsera Soprano Pervîn Çakar de dê piyanîst Melîs Erturk jî beşdar bibe.

Soprano Pervîn Çakar û Hunermend Hejar Zehawî îro Çarşemê beşdarî bultena Rûdawê bûn û li ser konsera ku dê sibe Pêncşemê bê sazkirin de axivîn.

Soprano Pervîn Çakar got, “Ez gelekî bi kelecan û kêfxweş im ku yekem car e ez ê li Hewlêrê resîtaleke operayê bidim. Ji bo min tişyekî cuda ye ji ber ku min li Almanyayê, Îtalyayê gelek konser dane lê li vir yekem car e. ”

Hejar Zehawî di sala 2021an de bi beşdariya hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê Mala Muzîkê ya Zehawî ragihand.

Hunermend Hejar Zehawî li ser pirsa biryara konserekê bi Pervîn Çakar re anî ziman, “Pervîn Xanim ji ber ku operîst e û opera gelekî nû ye li Iraq, Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Navîn, min xwest di van şeş mehên destpêka me de Pervîn Xanim hebe. Min berê jî li ser Pervîn Xanimê belgefîlmek ji bo Rûdawê çêkiribû. Di van şeş konserên îsal de min got, divê opera tê de hebe û Pervîn Xanim dawet bikim. Sibe wek testekê ye ku em Kurd bizanibin opera ji bo guhên me çawa ye. Konsera sibe ji bo guhdaran jî tecrubeyeke nû ye. Opera li welatên wek Tirkiye, Îran, Azerbaycan û Ermenistanê heye, me got li Kurdistanê em binêrin ka Kurd jê hez dikin yan na.”

Pervîn Çakar li ser hilbijartina operayê diyar kir ku wê opera hilnejartiye, operayê ew hilbijartiye û got, “Operayê ez hilbijart, ez wisa difikirim. Ji ber ku cdyeke operayê ya Maria Callas li Tirkiyê dabûne min, min jî guhdariya wê kir. Ez aşiqî dengî Maria Callas bûm û min got, ez ê jî operayê bikim.”

Mala Muzîkê ya Zehawî ji bo ciwanên Hewlêrê û muzîkhezan û ji bo nasandina hunera parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê, konser û master kursan saz dike.

Hejar Zehawî diyar kir ku Îtalya dayika operayê ye û ji wir çûye Fransa, Îspanya û Brîtanyayê û got, “Em dikarin muzîka xwe ya çandî bikar bînin lê bi şêweya operayê ku ev tecrube li welatên wek Tirkiye, Azerbaycan, Ermenistan û Tacikistanê hebûye lê min heta niha ji xeynî Pervîn Xanimê nedîtiye ku kesek operayê bi akademî bixwîne. Deng hebe jî perwerdeya wê ya akademîk li Îtalyayê tecrubeyeke nû ye ji bo neteweya me.”

Roja 20ê Hezîrana 2019an, Hejar Zehawî li Keleha Hewlêrê bi beşdariya hejmarek hunermendên cîhanî konsereke bi navê Bajarên Nêrgizî bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li dar xist û konser hewlek bû ku kelehê bi cîhanê bide naskirin.

Pervîn Çakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû. Wê di 1995an de li Amedê di Darûlbedayiyê da dest bi perwerdehiya muzîkê kir. Wê di sala 2003an de Beşa Perwerdehiya Muzîkê ya Zanîngeha Gazîyê li Enqere qedand. Di wê salê da bû şagirtê Oylun Erdayiyê û dersên şanê li cem wê xwend. Piştî wê ew çû Italyayê û berê li Accademia D'arte Liricayê û dûra jî li Perugia Accademia Musicale Umbriayê da xwend. Di vê navberê de, çû li cem William Matteuzzi, Carmen Gonzalez û Sergio Bertocchi jî dersên şanê xwend. Di 2007-an de, wê dîplomaya xwe ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bi dereceyek herî baş stand û masterê xwe di heman konservatuarê da bi pileya herî bilind ya dibistanê qedand.

Pervîn Çakar, beşdarî dersên masterê yên stranbêjên operayê yên navdar Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli bû. Pervin Chakar di 2004an de li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskişehir û Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê dest bi karûbarê xweya şanoyê kir û li Îtalya û welatên Ewropa domand. Beşdarî konser û operayên li Milan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek qonaxên din bû. Wê gelek xelat standin û di piraniya wan pêşbaziyan da bû a yekemin. Dengê wê çend cara di nav dengê jinan da bû ê herî xweş û hat xelatkirin. Wê ji bilî vê dest bi karekî din jî kiriye û stran û klamên Kurdî li gorî mûzîka klasîk a xerbî ji nû ve dixwîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin