
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên nû eşkere kirin: 38 kes mirin
.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di pêla nû ya êrişên asmanî yên Amerîkayê de heta niha 38 kes mirine û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûne.
Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kirmanpûr li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Kirmanpûr eşkere kir ku ji destpêka pêla nû ya êrişan û heta saet 06:30î ya îro 38 kes di êrişên Amerîkayê de mirine ku di nav de 3 jin û xortek jî hene.
Huseyîn Kirmanpûr anî ziman ku ji ber êrişan zêdetirî 400 kesî birîndar bûne ku ji wan birîndaran 47 kes li nexweşxaneyan hatine razandin û tên tedawîkirin.
Li gorî gotina Kirmanpûr, 22 ji birîndaran jin in û 9 kes jî di bin 18 saliyê de ne.
Êrişên li ser binesaziyê
Parêzgariya Hurmizganê ya li başûrê Îranê îro ragihand ku ji ber bombebarana 6 pirên stratejîk 7 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne.
Hefteyek e Amerîka rêze êrişên dijwar li ser pêgehên leşkerî û binesaziyên Îranê li gelek parêzgehan pêk tîne.
Parêzgehên ku hatine bombebarankirin
Parêzgehên Hurmizgan, Bûşehr, Îsfehan, Merkezî, Hemedan, Semnan, Sîstan û Belûçistan û Xuzistanê yên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatine bombebarankirin.
Her wiha parêzgehên Loristan û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê jî hatine bombebarankirin.
Şeva borî heta destê sibehê êrişên Amerîkayê bi taybetî li parêzgehên beravê deryayê berdewam bûn.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), Amerîkayê li dehan armancên leşkerî yên Îranê dane.
Di nav wan de pêgehên çavdêrî û radarên beravê, pergalên parastina asmanî, binesaziya lojîstîk a leşkerî û şiyana hêzên deryayî yên Îranê hene.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin