Nasnameyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê hatin eşkerekirin

Nasnameyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê hatin eşkerekirin

.

A+A-

Dezgeha Ewlehiyê ya Silêmaniyê ragihand ku êrişên li Zirgiwêzê bi 7 mûşekan hatine kirin.

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî diyar kir ku 9 şehîdên wan hene.

Dezgeha Ewlehiyê ya Silêmaniyê ragihand ku saet 06:20an gundê Zirgiwêzê bi 4 mûşekan hatiye bombebarankirin.

Her wiha 2 mûşek li nêzîkî Girê Kupaniyê yê Qeredaxê ketine û mûşekek jî li gundê Qisirdiyê yê heman navçeyê ketiye.

9 şehîd û 3 birîndar hene

Berpirsê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Ebdullah Azerbar, ji Rûdawê re ragihand:

“Ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekan em hatin bombebarankirin.

Li gorî amarên destpêkê, 9 şehîdên me hene.”

Nasnameyên şehîdan

Nasnameyên şehîdan ên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin wiha ne:

● Ferhad Qemerî, ji Dîwandereyê

● Sirûş Nesrî, ji Merîwanê

● Sîna Seferî, ji Şabadê

● Yasîn Kiyanpûr, ji Şazendeyê

● Ehmed Mehmûdî, ji Baneyê

● Reza Sadiqî, ji Bokanê

● Kesra Rehmannejad, ji Bokanê

● Siyawan Nîkîxa, ji Bokanê

● Zekerya Feqî Hesen Axa, ji Bokanê

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin