
Îranê li ser êrişa li Komeleya Şoreşger daxuyaniyek belav kir
.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li hemberî êrişên Amerîkayê yên li binesaziya Îranê, li baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Urdinê da.
Supaya Pasdaran a Îranê her wiha diyar kir ku wan baregehên hêzên “li dijî şoreşê” (partiyên Rojhilatê Kurdistanê) yên li Herêma Kurdistanê jî kirine armanc.
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku artêşa Amerîkayê şeva borî li hinek armancên sivîl xistiye ku di nav wan de li Bender Ebasê çend pir, herêmên niştecihbûnê û stasyoneke avê hene.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Li beramberî vê şerxwaziyê, hêzên Pasdaran di pêla 14an a operasyona Nesr-2yê de, balafirên şer û balafirên sotemeniyê yên Amerîkayê yên li Urdinê bi mûşekên balîstîk û dronan kirin armanc.
Di encamê de gelek balafirên şer û yên sotemeniyê hatin têkbirin û zerereke cidî gihîşt gelekên din jî.”
Supaya Pasdaran a Îranê bangî xelk û artêşa Urdinê kir ku li dijî hebûna leşkerên Amerîkayê ya li ser axa xwe derkevin û berjewendiyên Amerîkayê yên li Urdinê bikin armanc.
Êrişên li Kuweyt û Silêmaniyê
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke din de behsa êrişên li ser sîstema mûşekî ya HIMARSê ya li Kuweytê û cihên leşkerên Amerîkayê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.
Îran partiyên Rojhilatê Kurdistanê wekî “li dijî şoreşê” bi nav dike.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:
“Di berdewamiya operasyona tolhildanê de, hêzên bejayî yên Pasdaran di pêla 15an a operasyona Nesr-2yê de, ji xeynî têkbirina mûşekên HIMARSê yên li Kuweytê, bi mûşek û dronan li çend cihên leşkerên Amerîkayê û hêzên li dijî şoreşê xist.”
Li Zirgiwêzê 9 Pêşmerge şehîd ketin
Endamê Ofîsa Siyasî û Berpirsê Komîsyona Birêxistinê ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Ebdullah Azarbar, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Nêzîkî saet 06:00ê vê sibehê, Îranê bi 8 mûşekên mezin li Zirgiwêza Silêmaniyê li me da.”
Di êrişa li Komeleyê de 9 Pêşmerge şehîd ketin û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Destê sibehê bi 8 dronan êrişî Hewlêrê jî hat kirin û Dijîterora Kurdistanê ragihand ku hemû dron hatine xistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin