Li Dêrsimê xebatên rakirina mayînan didomin

Li Dêrsimê xebatên rakirina mayînan didomin

.

A+A-

 Tîmeke leşkerên Tirkiyeyê li devera Halvoriyê ya Dêrsimê li pey wan mayînan digere ku berî bi dehan salan di çarçoveya şerê li gel PKKyê de hatine çandin.

Tenê ji vê deverê 180 mayîn hatin rakirin.

Parêzgarê Dêrsimê jî beşdarî xebatan bû û li qadê serperiştiya xebatên rakirina mayînan kir.

Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol li ser xebatan anî ziman:

“Di dema xwe de li parêzgehê mayîn hatibûn çandin ji ber ku gef û zexteke cidî ya terorê hebû ku welatiyên me nerehet dikirin.

Em îro çima vê xebata rakirinê dikin?

Ji ber ku em bi pêşengiya Serokkomarê me yê birêz li seranserî welêt nîqaşê li ser Tirkiyeyeke bêteror dikin.

Niha li deşt, çiya, bajar û navçeyên me aramî serwer e û em jî bi kêfxweşî dibînin ku ev gef êdî nemaye.

Wekî yek ji pêdiviyên vê yekê jî ev mayîn bi fermana wezareta me ya navxwe û bi serperiştiya Serokkomarê me yê birêz tên rakirin.”

Zêdetirî milyonek mayîn hatine çandin

Li gorî lêkolînan, piraniya mayînan li Bakurê Kurdistanê ne.

Li 3 hezar û 174 cih û deverên cuda, li ser rûberê 214 milyon û 732 hezar û 307 metreçargoşe erd, milyonek û 101 hezar û 389 mayîn hatine çandin.

Rêxistina Şopandina Mayînên Bejayî di raporeke sala 2018an de diyar kir ku Tirkiye yek ji wan 10 welatan e ku herî zêde mayîn di nav sînorên wê de hatine çandin.

Ew rapor eşkere dike ku di navbera salên 1983 û 2018an de herî kêm hezar û 409 kesan di encama teqîna mayîn û paşmayên şer de mirine û 5 hezar û 432 kes jî birîndar bûne.

Dêrsim di rêza yekem de ye

Dêrsim bi 10 hezar û 557 mayînan li seranserî Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de ye.

Heta niha 3 hezar û 272 mayîn li parêzgehê hatine rakirin û xebat ji bo rakirina yên din jî didomin.

Parêzer Bariş Yildirim li ser girîngiya rakirina mayînan got:

“Mayînên dijîmirov bûn sedema mirin û birîndarbûna welatiyên herêmê.

Ji bo parastina mafê jiyanê diviyabû ev heta niha hatibana rakirin. Niha ev pêvajo hatiye destpêkirin.

Em dixwazin ev mayîn demildest werin rakirin ku erdên herêmê ji bo aboriya welatiyan werin vekirin, ewlehiya geştyariyê were dabînkirin û erdên mayînkirî ji bo niştecihbûnê werin vekirin ku kesên koçkirî vegerin warên xwe.”

Peymana Ottawayê û Tirkiye

Peymana Ottawayê ya Qedexekirina Mayînan dem dabû Tirkiyeyê ku heta sala 2014an hemû mayînên di nav sînorên xwe de paqij bik lê belê ew dem bi daxwaza Tirkiyeyê destpêkê heta sala 2022yan û pişt re jî heta dawiya 2025an hat dirêjkirin.

Her çend Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê dibêje ji sala 2015an heta Nîsana îsal 228 hezar mayîn ji qadeke 56 milyon metreçargoşeyî hatine rakirin jî lê yên mayî hîn jî wekî xefikeke kujer roj bi roj metirsiyê li ser jiyana welatiyan çêdikin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin