Obama di pirtûka xwe de derbarê Iraqê û Kurdan de çi dibêje?  

Obama di pirtûka xwe de derbarê Iraqê û Kurdan de çi dibêje?  

.

A+A-

Serokê berê yê Amerîkayê di wê baweriyê de ye, ku proseya demokrasiyê li Iraqê bi hêsanî nagihe qonaxeke dilxweşker û tekez dike, ku bi hêzkirina saziyên sivîl û sazişa serkirdeyan ji bo pêşketina Iraqê pêwsîte.

Barack Obama di pirtûka xwe ya bi navê “Axa Sozdayî” de, behsa serdana xwe ya meha Nîsana sala 2009an bo Iraqê dike û dibêje, ku wî çend pêşniyar dane serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî, ji bo encamdana hinek çaksaziyên birêvebirina pêwîst û nêzîkbûn ji fraksyonên Sunne û Kurd.

Obama dibêje, Malikî bi rêz miamele kir, lê li ser çend tişan rijd bû, ku di nêrîna Malikî de, Şîe li Iraqê piranî ne, hevpeymaniya wî zêdetirîn deng bidest xistibû, Kurd û Sunne bi daxwazên xwe yên ne guncaw astengiyan li pêşya pêşketinê dirust dikin.

Obama herweha diyar dike, ku gotûbêja wî ya li gel Malikî, ew yek aniye bîra wî, ku hilbijartin tenê nikare bibe dînamoya demokrasiyeke çalak. Pirsgirêkên li pêşya Iraqê dê berdewam bin, heya wê dema ku saziyên sivîl li wî welatî bihêz bibin, û sazişkirin jî, li cem berpirsên wî welatî bibe nerît.

Obama herweha dibêje, her çende hêzên Amerîka di nava bajaran de namînin, êrîşên terorîstî yê El-Qaide kêm bûn, fermandarên wan amaje bi baştirbûna erkê hêzên Iraqê dikir.

Obama diyar jî dike, ku ew û wezîrê berevaniyê hevnêrîn bûn, ku divê Amerîka di çend salên bê de, roleke bi bandor li Iraqê bilîze, di nav de dayîna şêwiran bi wezaretên girîng, perwerdekirina hêzên ewlekariyê, vekirina girêkên di nava fraksyonan de û alîkariya avakirina welat.

Obama di beşekî din ê pirtûka xwe de behsa peywendiyên Amerîka û Tirkiyê dike.

Barack Obama dibêje, çavên Tirkiyê li piştevaniya Amerîkayê bû, ji bo pirsa endambûna wê di Yekîtiya Ewropayê de, alîkarîkirina Tirkiyê di warê serbazî û istixbaratê de, di şerê li dijî “Çekdarên Kurd ên Cudaxwaz” de, ku ji ber hilweşandina rejîma Sedam Husên bihêz bûn, lê pêwistiya me jî bi alîkariya Tirkiyê hebû, ji bo rûbirûbûna terorê û aramiya Iraqê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin