
Meyana Hesen: Parastina zimanê Kurdî li ser milê jinan e
.
Çalakvan û karsaza Kurd Meyana Hesen da zanîn ku di parastina zimên de rola sereke ya jinan e û got, “Rola jina Kurd pir girîng e. Divê jin bi zarokên xwe re û bi malbatê re bi Kurdî biaxive.”
Meyana Hesen li bajarê Almatayê yê Qazaxistanê dijî. Ew birêvebira Beşa Jinan a Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê ye û karsaz û pêşkêşkara bernameyeke televîzyonê ye.
Meyana Hesen li ser parastina zimanê Kurdî ya li Qazaxistanê ji nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî re axivî.
Wê diyar kir ku li Qazaxistanê Kurdan zimanê xwe baş parastiye û di vê yekê de rola jinan gelekî mezin e.
"Rola dayîkê di parastina ziman de sereke ye"
Meyana Hesen destnîşan kir ku di parastina ziman de rola dayîkê gelekî girîng e. Wê anî zimên ku ew li malê tenê bi Kurdî diaxivin û li pey çû:
"Ez li Qazaxistanê dijîm lê min zimanê xwe ji bir nekiriye çimkî dayîka me bi Kurdî diaxivî. Dayîka min zimanekî din qebûl nedikir. Dema em bi zimanekî din jî diaxivîn wê bi Kurdî bersiv dida. Niha ez û keça xwe jî tenê bi Kurdî diaxivin.”
Metirsiya asîmîlasyonê
Meyana Hesen bal kişand ser metirsiya asîmîlasyonê ya li Qazaxistanê û got, “Mixabin niha asîmîlasyon xurt bûye û gelek jin bi zarokên xwe re bi Rûsî diaxivin.”
Wê diyar kir ku divê jinên Kurd di warê civakî û perwerdeyê de çalak bin da ku rê li ber asîmîlasyonê were girtin.
Meyana Hesen di şirketekê de di beşa marketing û karsaziyê de wekî birêvebir dixebite û her wiha li ser kanala Yekbûn TVyê bernameya "Rûbirû" pêşkêş dike.
Wê li ser xebatên xwe yên medyayê got: "Ez di bernameya xwe de bi Kurdên Qazaxistan û Azerbeycanê re bernameyan dikim. Em bi Kurdî diaxivin û ez dixwazin jinên me jî li bernameyên me temaşe bikin 3u bi Kurdî biaxivin."
Meyana Hesen diyar kir ku ew dixwaze derfetên kar bide jinên Kurd û biland:
“Em hewl didin hemû pirsgirêkên jinên me hel bikin. Em gav bi gav vî karî dikin. Çi ji destê me tê em ji bo jinên Kurd hazir in.”
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin