Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir: 6 Pêşmerge birîndar in

Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir: 6 Pêşmerge birîndar in

.

A+A-

Endamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku îro Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekan baregeha partiya wan a li Geliyê Alaneyê kiriye armanc.

Endamê serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî da zanîn ku êriş saet 18:50î li ser baregeha partiya wan a li Geliyê Alaneyê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê hatiye kirin.

Emced Husên Penahî diyar kir:

“Mûşekên cureyê Xeyberî Kerar ber bi baregeha Komeleyê ve hatin avêtin û mixabin heta niha 6 Pêşmergeyên me birîndar bûne.”

Husên Penahî destnîşan kir ku ji destpêka şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê ve bi 94 mûşek û dronan êrişî baregehên Komeleyê hatiye kirin.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin