Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir

Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir

.

A+A-

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku xebatên vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de didomin.

Bolat diyar kir ku wan bi rayedarên Sûriyeyê re li hev kiriye ku heta dawiya îsal ew derî bê vekirin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat doh li Enqereyê bi Serokê Saziya Gumrik û Deriyên Sînorî yê Sûriyeyê Kuteybe Ehmed Bedewî û şandeya Sûriyeyê re civiya.

Bolat di civînê de anî ziman ku her du hikûmet dê di warê bazirganiyê de di nava hevahengiyeke nêzîk de bixebitin.

Bolat da zanîn ku ev yek li gorî fermanên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer e.

Armanca bazirganiyê: 10 milyar dolar

Omer Bolat bal kişand ser serkeftinên aborî yên piştî asayîbûna pêwendiyên bi Sûriyeyê re û got:

"Piştî guherîna li Sûriyeyê, di sala ewil de em bi hev re gihîştin asta 3,7 milyar dolaran a bazirganiyê.

Ev yek tê wateya zêdebûneke ji sedî 40î. Armanca me ew e ku em di demeke kurt de vê rejeyê derxînin 10 milyar dolaran.

Şirketên me di warê enerjî, veguhastin û avakirina jêrxanê de bi rayedarên Sûriyeyî re ji nêzîk ve dixebitin.

Me sala borî 'Komîteya Gumrikê ya Hevbeş' ava kir û em dê xebatên xwe di bin vî banî de bimeşînin."

Bazirganiya transît û xebatên hêla trênê

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê bal kişand ser bazirganiya deriyên sînor ên bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re wiha domand:

"Di ser deriyên sînor ên Cilvegozuyê yê Hatayê û Kaniya Xezalan re ji bo Îraq, Kuweyt, Libnan, Erebistana Siûdî û Urdinê bazirganiya transît tê kirin.

Rojane nêzîkî 300 barhilgir di van deriyan re derbas dibin."

Omer Bolat li ser rewşa deriyê Nisêbîn-Qamişloyê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de jî axivî û got:

“Em bi hev re dixebitin da ku Deriyê Gumrikê yê Nisêbîn-Qamişloyê di dema herî nêzîk de were vekirin.

Her wiha xebatên me yên ji bo hêla trênê ya Îslahiye-Meydana Ekbezê û deriyê wê yê gumrikê jî didomin."

"Bbazirganiya me dê bihêztir bibe"

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê pişt re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Bolat ragihand ku ew dixwazin heta dawiya sala 2026an deriyê Nisêbîn-Qamişloyê vekin û got:

"Me bi hevtayê xwe yê Sûriyeyî re biryar da ku em heta dawiya îsal deriyê gumrikê yê Nisêbîn-Qamişloyê bixin xizmeta xelkê.

Ev gav dê bazirganiya me ya bi Rojhilata Navîn û welatên Kendavê re hêsantir û bihêztir bike."

7 derî dê 24 demjimêran vekirî bin

Birêvebirê Giştî yê Saziya Gumrik û Deriyên Sînor ê Sûriyeyê Kuteybe Ehmed Bedewî jî ragihand ku pêwendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re di warê bazirganiyê de di asta herî bilind de ne.

Bedewî li ser rewşa deriyan ev agahî dan:

"Niha di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de 6 deriyên sînor bi hemû kapasîteya xwe dixebitin. Ji van deriyan 5 hem ji bo bazirganiyê û hem jî ji bo rêwiyan vekirî ne.

Di demeke nêzîk de bi vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê re, hejmara deriyên me yên ku 24 demjimêran xizmetê didin dê bibe 7."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin