
Amerîkayê budceya parastinê pesend kir, Pêşmerge û HSD di projeyasayê de ne
.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê projeyasaya parastinê ya bi mêjera 1,15 trilyon dolaran qebûl kir.
Di budceya parastinê de madeyên li ser Îran, Hêzên Pêşmergeyan, HSD, Îraq û Sûriyeyê balê dikişînin.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê di rûniştina doh de budceya parastinê ya 2027an qebûl kir.
Ev projeyasa bingeha daxwaza Pentagonê ya 1,5 trilyon dolaran a lêçûnên parastinê pêk tîne.
Projeyasa desthilatê dide budceya parastinê ya 1,15 trilyon dolaran.
Tê pêşbînîkirin ku 350 milyar dolarên mayî jî ji bo rewşên awarte werin veqetandin.
Projeyasa bi 216 dengên “erê” û 212 dengên “na” hat qebûlkirin.
Para HSD û Pêşmergeyan
Projeyasa ne tenê bi budceya xwe ya rekor balê dikişîne.
Projeyasa destnîşan dike ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê, ji şertên budceyê yên li ser Îraqê cuda ye.
Her wiha piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de heta dawiya sala 2027an tê dirêjkirin.
Ji aliyê din ve, alîkariyên ji bo Îraqê bi şertê çekdanîna milîsan ve hatin girêdan.
Di projeyasayê de cezayên li ser teknolojî û pîşesaziya parastinê ya Îranê jî hatin xurtkirin.
Piraniya Komariyan piştgirî da projeyasayê lê pêvajoya yasayî hîn temam nebûye.
Demokratên li Senatoyê bi taybetî ji ber şerê Îranê û zêdebûna lêçûnên leşkerî li dijî projeyasayê derdikevin.
Qonaxa yekem a daxwaza Pentagonê
Budceya parastinê ku ji aliyê Meclisa Nûneran ve hat qebûlkirin, çarçoveya polîtîkayên parastinê yên Amerîkayê yên sala darayî ya 2027an diyar dike.
Pentagonê bi giştî daxwaza 1,5 trilyon dolaran a lêçûnên parastinê kir.
Ev pere wiha dabeş dibe:
· 1,15 trilyon dolar ji bo budceya bingehîn a parastinê ye.
· 350 milyar dolar jî ji bo fonên zêde yên rewşên lezgîn û pêdiviyên leşkerî yên çaverênekirî tê veqetandin.
Projeyasa hîn nebûye yasa. Ji bo vê yekê divê Senato jî heman metnê qebûl bike û paşê Donald Trump wê îmze bike.
Madeyên ku bûn sedema nîqaşan
Li Meclisa Nûneran hinek madeyên ku nû li projeyasayê hatin zêdekirin bûn sedema nîqaşan.
Hinek ji van madeyan ev in:
· Dê destûr were dayîn ku leşker û personelên sivîl ên li baregehên leşkerî dixebitin çekan hilgirin.
· Fînansekirina neştergeriyên guhertina zayendê û tedawiyên têkildarî wan ên di pergala tenduristiya leşkerî de tê astengkirin.
· Yasaya Hilberîna Parastinê heta sala 2031ê tê dirêjkirin.
· Ji bo çêkirina keştiyên nû yên şer 500 milyar dolar tên veqetandin.
Nîqaşa Îranê ya li Senatoyê
Projeyasa ji Meclisa Nûneran derbas bû lê li Senatoyê hat rawestandin.
Senatorên Demokrat bi taybetî li dijî berdewamiya operasyonên leşkerî yên li Îranê û zêdebûna bilez a lêçûnên parastinê derdikevin.
Serokê Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclisa Nûneran Mike Rogers li ser mijarê got:
"Di vê projeyasayê de madeyên ku her kes li ser wan li hev nake hene. Lê divê em fêm bikin ku ev tenê gaveke ji pêvajoya dirêj a yasadanînê ye."
"Peyama eşkere ji bo Îran û hevrikên din"
Joe Wilson ku yek ji endamên kevn ê Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclisa Nûneran e da zanîn ku projeyasa ne tenê rêkxistineke budceyê ye, di heman demê de peyameke siyaseta derve jî hildigire.
Joe Wilson li ser vê yekê wiha got:
“Rejîma Îranê û hevrikên me yên din wêrektir dibin. Ev yasa vê peyamê dide ku Amerîka li hemberî her hewldaneke dijminane ya li dijî welatê me û hevpeymanên me amade ye."
Wilson qal kir ku projeyasa alîkariyên ewlehiyê yên ji bo Ukrayna, Sûriye, Îraq û Gurcistanê jî li xwe digire û ev yek beşek ji stratejiya "bi rêya hêzê aştî"yê ye.
Alîkariya ji bo Îraqê didome lê bi şert e
Li gorî projeyasayê, perwerde, alav û piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2027an tê dirêjkirin.
Lê ji sedî 75ê fona ewlehiyê ya ku ji bo Îraqê hatiye veqetandin dê neyê dayîn.
Ev pere dê wê demê serbest bibe ku Wezîrê Parastinê ji Kongreyê re raporekê bişîne û diyar bike ku ev şert hatine bicihanîn:
· Ji bo çekdanîn û belavkirina komên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê gavên cidî werin avêtin.
· Desthilata Serokwezîrê Îraqê ya li ser hemû hêzên çekdar were xurtkirin.
· Lêpirsîn û cezakirina wan komên ku êrişî berjewendiyên Amerîka û Îraqê dikin.
Budceya Pêşmergeyan ji van şertan cuda ye
Yek ji madeyên herî girîng ên projeyasayê jî li ser Hêzên Pêşmergeyan bû.
Li gorî metna yasayê, astengiyên budceyê û şertên ku ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatine danîn dê ji bo Hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê neyên bicihanîn.
Ev sererastkirin nîşan dide ku Amerîka piştgiriya xwe ya leşkerî û darayî ya ji bo Pêşmergeyan, ji nîqaşên milîsên li Bexdayê cuda dinirxîne.
Li Sûriyeyê piştgiriya ji bo HSDyê heta dawiya 2027an didome
Projeyasa destnîşan dike ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo hevbeşên wê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên di têkoşîna li dijî DAIŞê de didome.
Li gorî vê yekê, piştgiriya perwerde, alav û operasyonan a ji bo HSDyê dê heta dawiya sala 2027an bidome.
Projeyasa her wiha dayîna pereyan ji bo wan welatên hevpeyman ên ku piştgiriyê didin operasyonên Amerîkayê jî li xwe digire.
Ji xeynî van tiştan, veguhastina her girtiyekî Guantanamoyê ya ji bo Sûriyeyê jî tê qedexekirin.
Zexta li ser Îranê zêdetir dibe
Di projeyasayê de Îran di nav "welatên dijmin ên biyanî" yên Amerîkayê de tê dabeşkirin.
Li gorî vê yekê:
· Bikaranîna madeyên xav an jî teknolojiya bipêşketî ya bi çavkaniya Îranê, di pîşesaziya parastinê ya Amerîkayê de tê qedexekirin.
· Piştgirî tê dayîn ku bi Îsraîlê re li dijî dronan teknolojiyên parastinê û pergalên parastina asmanî werin pêşxistin.
Çav li Senatoyê ne
Projeyasaya ku ji Meclisa Nûneran derbas bû dê niha li Senatoyê were gotûbêjkirin.
Piştî ku her du alî li ser metneke hevpar li hev bikin, dê yasa ji bo erêkirinê pêşkêşî Serok Donald Trump were kirin.
Lê tê nirxandin ku nakokiyên di navbera Komarî û Demokratan de yên li ser siyaseta Îranê û sererastkirinên civakî, dibe ku qonaxa dawî ya yasayê zehmet bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin