Nils Schmid: Divê pirsa Kurd a li Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyê were çareserkirin

Nils Schmid: Divê pirsa Kurd a li Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyê were çareserkirin

Endamê Komîteya Peywendîyên Derve ya Almanyayê Nils Schmid ku di heman demê de Berdevkê Polîtikayên Derve yê Partîya Sosyal Demokratan (SPD) e, ligel Rûdawê hevpeyvîneke taybet pêk anî.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Peywendîyên Derve ya Almanyayê Nils Schmid ragihand ku welatî wî ji destpêkê ve li dijî êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Nils Schmid bibîr xist ku Almanyayê ji ber êrişa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê firotina çekan rawestandîye û dîyar kir ku li hemberî Enqere dorpêçên aborî jî li ser maseyê amade ne.

Schmid tekez kir ku pirsa Kurd bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin û got: “Pirsa Kurd a li Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyê pêwîstî bi çareserîya sîyasî heye. Divê mafên demokratîk û kulturî were nasîn û rêveberîyên xweserî benê qebûlkirin û jê re rêz were girtin.”

Sîyasetmedarê Alman herwiha got ku tevî her tişt divê Tirkîye ji Yekîtîya Ewropayê neyê dûrxistin.

 

Agirbesta piştî rêkevtina di navbera Tirkîye û Amerîkayê de li bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) pêk hate, welatên Ewropayê bi taybetî jî Almanyayê xwe bêdeng kirin. Sedemên vê çi ne?

Almanya û Yekîtîya Ewropayê di destpêkê de bi tundî êrişên Tirkîyê şermezar kirin. Pêwîst bû ew rewş were şermezarkirin. Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku hewldanên Tirkîyê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Yekîtîya Ewropayê bi pêkve li hemberî Tirkîyê helwesteke tund nîşan da. Tirkîyê jî hêvî nedikir Yekîtîya Ewropayê dê li hemberî wê ew qasî hişk bibe. Bêguman nayê qebûlkirin welateke endamê NATOyê, yasayên navnetewî binpê bike û têkeve di nav axa welateke cîran de. Maas di serdana xwe ya Tirkîyê de bi zelalî got ku divê hêzên leşkerî paşve vekişin û rê ji saz û dezgehên alîkarîyê bêne vekirin daku herin herêmê. Herwiha ji Tirkîyê re got ku nabe bi ti awayî penaberên Sûrî bi zorê werin vegerandin. Divê em destûrê nedin demografîya Sûrîyê bi destê grûpên çekdar ên Tirkîyê piştevanîya wan dike were guhertin.

Tu di heman demê de berdevkê partîyeke mezin a Almanî yî, çi li nav grûba we û çi li parlamentoya Almanyayê, li hemberî Tirkîyê divê çi pêşgirî bêne kirin?

Heiko Maas yek ji wan kesên sereke ye ku bûye sedem Tirkîye ji alîyê Yekîtîya Ewropayê ve were cezakirin. Maas got ku divê firotina çekên li Sûrîyê têne bikaranîn, bê rawestandin. Ev helwesteke zelal bû ku mijara wergirtina çekan ji bo Tirkîyê mijareke hesas e. Tirkîye eger li ser êrişên xwe berdewam be, dibe ku sizayên aborî û hinek dorpêçên din li hemberî Tirkîyê werin sepandin. Di destê me de çend vebijark hene. Lê pêwîst e di vê pêvajoya hesas de peywendîyên me jî ligel Tirkîyê berdewam bin. Ji bo çareserkirina pirsan pêwîstîya me bi hevalbendeke weke Tirkîyê heye. Bi taybetî di mijara pirsa Kurdî de ku divê bi rêbazên sîyasî were çareserkirin. Ev yek gelek zelal e ku pirsa Kurdş bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin. Pirsa Kurd a li Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyê pêwîstî bi çareserîya sîyasî heye. Divê mafên demokratîk û kulturî were nasîn û rêveberîyên xweserî benê qebûlkirin û jê re rêz were girtin.

Li bakurê Sûrîyê niha çend hêzên ji hev cuda hene. Rêkevtinên û lihevkirinên cuda hene. Bi taybetî di navbera Tirkîye û Amerîkayê de, di navbera Rûsya û Tirkîyê de, di navbera Kurd û Şamê de Rêkevtinên û lihevkirinên cuda hene. Tu paşeroja herêmê çawa dibînî?

Erê ev yek rast e, ji ber midexaleyên Tirkîye, Rûsya, Îran û hêzên ser bi Îranê ve berê pirsê bi alîyeke din ve diçe. Divê em li Sûrîyê piştevanîya bihêzkirina pêvajoya sîyasî bikin. Cihê keyfxweşîyê ye ku Komîteya Destûra Sûrîyê li Cinevê kom bû û hewldanên bi vî awayî berdewam in.

Lê di nav wê komîtieyê de di asta pêwîst de nûnerên Kurdan nînin…

Rast e, lê ligel vê yekê piştî gotûbêj û hevdîtinên dûr û dirêj bi hewldanên Neteweymn Yekbûyî ji bo çareserkirina krîza li Sûrîyê komîteyeke destûrê ya wî welatê hat damezrandin. Çimkî tenê nivîsandina destûreke nû dikare rê li ber pêkanîna hilbijartinên demokratîk veke. Belê rast e, di nav komîteyê de nûnerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nînin, lê divê hebin. Nûnerên grûbên din ên Kurdan hene. Ji bo gavên paştir, ji bo nûnerên Kurdan jî cihê di nav komîteya destûrê de hebin, divê em ligel komîteyê kar bikin. Çimkî bêyî Kurdan Sûrîyeke aram û bihêz dê neyêa avakirin. Niha mijara herî girîng destpêkirina pêvajoya sîyasî ye. Tenê bi lihevkirina Esed û piştgirên wî nabe. Divê pêvajoya sîyasî rê ji vegera penaberan re veke. Heta dîktatorekî weke Esed li ser desthilatdarîyê be, penaber naxwazin venagerên bo mal û cihên xwe. Penaber ji wî ditirsin, ew mafê wan e. Gelek belge di destên me de hene ku li herêmêm jêr desthilatdarîya Esed zext li ser xelkê heye.

Bi nêrîna te ezmûna Kurd dê li Sûrîyê bimîne?

Bêguman Kurdên li bakurê Sûrîyê xwedî ezmûneke baş a rêveberîya xwesert hene. Bi heman awayî li bakurê Iraqê (mebesta wî Herêma Kurdistanê ye) heye. Divê ev statû di destûrê de û bi hilbijartineke demokratîk were garantîkirin. Li Tirkîyê jî Kurdan azmûneke baş a beşdarkirina hilbijartinan heye. Herwiha ev heyameke dirêj grûba Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) li parlamentoya Tirkîyê heye û çend şaredarî ji alîyê HDPê ve hatine bidestxistin. Tirkîye bi girtina parlamenter û dûrxistina kar a şaredarên HDPê kareke şaş dike. Ev yek zerarê dide demokrasîyê û terorê bihêz dike. Şaşîya herî mezin a Tirkîyê bidawîkirina pêvajoya aştîyê bû. Ez bixwe çûm Amedê û min ligel çend alîyên peywendîdar hevdîtin kirin. Derbarê vê mijarê de nêrînên HDP û AK Partîyê weke hev bûn. Wan dixwest pirsa Kurd bi rêbazên sîyasî were çareserkirin. Mixabin bawerî di navbera wan de nemaye û gelek tişt hatin guhertin. Lê her dîsa divê pirs bi rêyên sîyasî bêne çareserkirin, çimkî rêyên di rewşê xirabtir dikin.

Almanya û Tirkîye peywendîyên bihêz hene. Ji bo gavên tu behsê dikî ti hewldanên hikûmeta Berlîn û Ewropayê hene?

Metirsîya herî mezin ew e ku li Tirkîye îşkence zêde bibe û bibe dîyardeyek. Derbarê girtîyên wendayî de agahî li ba me hene, ev rewş xirabe. Em di vê mijarê de zextan li Tirkîyê dikin. Qedexeya firotina çekan jî di vê çarçoveyê de ye. Lê divê em her ligel Tirkîyê peywendîyên xwe qut nekin. Tirkîye endameke NATOyê ye divê bo endambûna Yekîtîya Ewropayê jî derfet jêre bê dayîn. Bi vî awayî em dikarin çavdêrîya dosyayên li Dadgeha Mafên Mirovan a li Strasburgê bikin. Bi min şaş e Tirkîye ji Yekîtîya Ewropa û welatên rojava were dûrxistin.

Almanya amade ye bo bakurê Sûrîyê hêza leşkerî bişîne?

Niqaş li ser Navçeya Aram hene û mijareke balkêş e. Lê mixabin, helwesta Tirkîyê cuda ye, jixwe ya Esed hêj cudatir e. Piştî ku hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûrîyê vekişîyan, Tirkîye û Rûsyayê li Soçîyê li hev kirin. Eger Rûsya qebûl bike, dibe artêşên welatên Ewropayê herin li bakurê Sûrîyê Navçeya Aram ava bikin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Ev nûçe 107 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin