Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Newroza 2018an

A+A-

Şeva 20 Adarê, şeva Newrozê, li navenda Stockholmê, meydana herî mezin û buha, xelkê Îranê ku li Swêdê dijîn civiyabûn û sersala xwe ”Nouroz” pîroz dikirin.  Dengbêjên xwe yên herî navdar ji her derê cîhanê kom kiribûn, anîbûn şevahanga xwe. Di rojname û Tv yan de bi rojan reklam hatibû kirin. Di heman şevê de televizyona Swêdê ya mezintirîn ya dewletê şahiya sersala Îraniya ango Nouroz bi zindî, bi seetan  weşandin. Dema min tv vekir, bi dilê xemgîn ku ez li nûçeyên seet 21 binerim ka gelo nûçe behsa rewşa welatê min Kurdistanê dike an na. 

Di nûçeyan digotin ku Tirkîye ketiya Efrinê û dest daniye ser bajar.  Min nedikarî bi hestên xwe û dilbijîna xwe;

-Xwezî welatê min û sînorê min jî hebûya!

-Xwezî dewleta min û hukumeta min jî hebûya!

-Xwezî kurd jî serbixwe bûna!

Min nedikarî, xwe û gelê xwe, bi îraniyan re muqayese nekim û nebêjim çima îranî bi dilşadî û serbestî li navenda Stockholmê newrozê pêroz dikin? Tv yên swêdiyan bernameya wan bi zindî didin û çima li Kurdistanê, di heman demê de kurd di bin konan de ji birçînê dimrin û bi ser de jî ji aliyê dagirkeran ve, li himber çavê cîhanê, tên kuştin !

Çima rojek beriya Newroz, Efrîn tê dagirkirin?

Ev çi edalet e?

Li navenda Stockholmê Îranî newrozê pîroz dikin, li Efrîna Kurdistanê peykerê Kawa yê sembola Newrozê ye, tê hilweşandin!  Bi tekbîrên Alahûakbar, li ber çavên hemû Ewrûpa û cîhanê! 

îsal mîna sala berê, em kurd û Kurdistanî xemgîn in! Êrîş li ser welatê me, berdewam e. Ji ber şehîd û birîndarên Kurdistanê, êş û nexweşî û rewşa bajarê Efrînê, em îsal Newrozê dîsa bi dilê xemgîn pîroz dikin.

Ji bo rêzgirtina şehîdan, malbatên şehîdan, penaberên di bin konan de, zarokên sêwî, em îsal di şeva NEWROZê de hemû kurdên li Kurdistanê û li her deverên cîhanê, bi meşalê û ala rengin, di tariya şeva Newrozê de bi agirê NEWROZÊ, şehîd û qehremanên xwe bibîr bînin.  Bila dijmin hêza kurdan bibîne! Tu êrîş di dirokê de tu car kurd tune nekirine û wê tu car jî tune nekin!

Mîna keça kurd Nma ku di peyama Newroza îsal de dibêje; sed sal jî derbas bibe wê rojekê dîsa bajarên mîna Efrîn, Amed, Kerkûk, Kermanşah û Qamişlo wê bibin bajarên dewleta bi navê KURDISTAN.

Newroz cejna kurdan ya netewî ye. Li hemû Kurdistanîyan pîroz be!

​21 Adar 2018

 

Önceki ve Sonraki Yazılar