Navçûn

Navçûn

.

A+A-

Berî ez dest bi ravekirin û pêşniyarên ji bo nexweşiyê bikim ez dixwazim em navê nexweşiyê zelal bikin. Lewre di kurdî de ji bo Enterîtê; navçûn, zikçûn, zikêş, emel, vijik, pirik, virik û hin tiştên din tên gotin. Ezê bêtir navçûn û emelê bikar bînim ku di nava gel de bêtir ev tên gotin.

Her çiqas li gorî temenê mirovan biguhere jî kêm zêde ji 3-4 caran zêdetir derketina destava mezin a ron wekî navçûn tê pênasekirin. Bi navçûnê re av û vîtamîn tên wendakirin û heke ev di asteke mezin de be dikare rewşa nexweş pir giran bibe. Bi taybet zarokên biçûk û kesên yextiyar bêtir dikare tadehiyê ji emelê bibînin. Vereşîn jî lê zêde bibe rewş dijwartir dibe.

Bêtir demsala havînê de emel zêde tê dîtin lê bi gelemperî her dem dikare bê dîtin. Nexweşiyek girîng e û pirî caran bi xwarin û vexwarinên rast bêyî çûna nexweşxanê jî derbas dibe. Yan ji ber enfeksiyonek virus an jî bakteriyan an jî ji ber zehrîbûna ji xwarinan mirov zikêşî dibin û nava wan diçe. Wekî din jî hin antibiyotîk, dermanên ji derve tên stendin ên wekî vîtamîna Cyê û magnezyumê, dermanên pençeşêrê, nexweşiyên metabolîk ên roviyan (crohn, kolîta ulseratif, çolyak), hîpertîroîdî, nexweşiya şekir, apandîsît, hin alerjiyên xwarinê, pêvgirêdana alkolê, pençeşêr-qansêr, emeliyatên kîsikê ziravê û hinavê, tedaviya radyasyonê… dikarin bibin sedema navçûnê.

Nîşaneyên giştî pir derketina destavê, êşa zik, nepixandin û ba li ber ketin, çêbûna gazê, vereşandin û dilxelîn, bêhalî, êşa giştî a laş, zerbûna rû û hwd. e. Carinan ji ber cûreya enfeksiyonê mirov dikeve taya germ û sar jî.

Di zikêşê de ji ber ku zêde vîtamîn û mîneral tên wendakirin di laşê mirov û sîstema mirov de giherîn çêdibin. Bi taybetî di zarokên biçûk û kesên yextiyar de ji ber wendakirina zêde ya av û vîtamînan, mixabin pir kes jî jiyana xwe ji dest didin. Loma jî baldarî û parastina ji nexweşiyê pir girîng e. Mirov çawa nexweşiyên têger-vegir ên wekî enfeksiyonên rêyên hewayê (şewb, hal, bapêş...) ji jev vedigirin emel jî ji mirovan dikare derbasî mirovan bibe.

Ji bo navçûnê çi baş tên?

Ji bo navçûnê çi baş tên?

  • Vexwarina avê
  • Birinca kêmrûn
  • Çaya dema wê zêde û bê şekir
  • Kartolên kelandî û bi xwêkirî
  • Mûz
  • Sîrkeya sêvan
  • Mastê bê qeymax û kêmrûn

Ji bo navçûnê çi ne baş in?

  • Xwarinên şêrîn, birûn û biharet
  • Alkol û qehwe
  • Tiştên tamdêrên çêkirî dihewînin (benîşt, vexwarinên diyetê)
  • Şîr û adanên şêr (bi taybetî ji bo yên nikarin laktozê hezim bikin)
  • Fasûlî, nok, brokolî, sebzeyên pelşîn, tûfrengî-çîlek, garis, hijîr, mişmiş
  • Xwarinên lîfên wan zêde

Ez herî dawîn dixwazim kesên hewce ye herin ser doktor û nexweşxanê jî binivîsim û nivîsê bi dawî bikim.

  • Di zarokên biçûk de emelê giran
  • Di bebik-pitikan de emelê 2-3 rojan derbas nebe û rewşa pitik girantir bibe
  • Vereşîn jî bi emel re hebe
  • Ducanîbûn
  • Êşa zêde a zik hebe û bi emel re zeîfbûn hebe
  • Navçûna bi xwîn
  • Kesên yextiyar û nexweşiyên wan ên girîng hebin (Tansiyina Bilind, Nexweşiya Şekir, nexweşiyên dil, kezeb û girçikê hebin)

Di van rewşan de divê mirov biçe nexweşxanê û alîkariyek profesiyonel a tenduristiyê bistîne.

Çavkanî

1-)https://www.niddk.nih.gov/health-information/digestive-diseases/diarrhea 
2-) https://medlineplus.gov/diarrhea.html 

 

Eser Çetin

[email protected]

Çavkanî:Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin