Nêçîrvan Barzanî: Zimanê Kurdî dê bibe cîhanî

Nêçîrvan Barzanî: Zimanê Kurdî dê bibe cîhanî

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê li ser vekirina laboratuwara David Petraeus a ji bo hişê çêkirî ku destpêkê bi zaravayê Soranî ye û paşê dê bi zaravayên din jî hebe got, "Ev yek zimanê şîrîn û dewlemend ê Kurdî dibe qonaxeke bipêşketî. Ziman, kelepûr û wêjeya Kurdî diparêze û dike cîhanî."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê û vekirina laboratuwara hişê çêkirî ya David Petraeus bû.

Serokê Herêma Kurdistanê merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya hişê çêkirî, alîkariya Birêvebirê berê yê CIAyê David Petraeus a ji bo Herêma Kurdistanê û rola xwendekaran a li ser paşeroja welêt kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li derçûyan kir û ragihand, "Kurdistan û Îraqê pêdivî bi we heye.

Bi zanista we, bi bîr û ramanên we, bi dahênanên we û bi hêz û enerjiya we ku ruhê hêvî û guherînê ne."

Serokê Herêma Kurdistanê hefteya borî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû û daxwaza jinûvedestpêkirina seferên esmanî yên ji Balafirgeha Silêmaniyê ber bi balafirgehên Tirkiyeyê û berevajî wê kiribû û wî jî ew daxwaz qebûl kiribû.

Nêçîrvan Barzanî got, "Hêvîdar im di demeke nêzîk de seferên esmanî ji Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê û bi esmanê Tirkiyeyê jî ji bo Ewropa û cîhanê ji nû ve dest pê bikin."

Nêçîrvan Barzanî behsa rol û alîkariyên birêvebirê berê yê CIAyê David Petraeus kir û got:

"Rêzdar di qonaxeke hestiyar a dîroka welatê me de xwedî roleke girîng bû."

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, "Wî wê demê, bi mêranî li gel Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî teror û terorîstan bû.

Ew her wiha beşdarî piştgirîkirina gelek projeyên girîng ên li Herêma Kurdistan û Îraqê kir."

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

"Generalê rêzdar David Petraeus,dostê dilsoz ê Îraq û gelê Kurdistanê,

Serok, mamostw û karmendên rêzdar ên zanîngehê,
Xwendekarên ezîz, amadebûyên rêzdar…

Êvara we xweş,

Cihê kêfxweşiyê ye ku ez li Silêmaniyê me û vê êvarê ez gelekî kêfxweştir im ku di du helkeft û merasîmên dilxweşker û taybet de, bi we yên ezîz re beşdar im.

Ahenga derçûna xula çardehemîn a Zanîngeha Amerîkî ya Îraq - Silêmaniyê û her wiha vekirina Laboratuwara Petraeus ji bo Hişê Çêkirî (AI) ku pêngaveke pêşeng û bi hêvî ye ber bi paşeroja zanistî û teknolojîk a li Kurdistan û li tevahiya Îraqê.

Bi vê helkeftê, dixwazim ji dil pêşwaziyeke germ li Rêzdar General Petraeus bikim, bi xêr hatî Îraqê, Kurdistanê.

Em gelekî kêfxweş in ku hûn di vê merasîmê de bi me re beşdar in.

Bi navê xwe û bi navê we hemûyan pîrozbahiyê lê dikim ji bo wergirtina doktoraya rûmetê ji Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê.

Spasiya zanîngehê dikim ku ev bawername pê bexşî, hûn jî bi çepleyeke germ pêşwazî û pîrozbahiyê lê bikin.

Derçûyên ezîz,

Bi germî û ji kûrahiya dilê xwe, pîrozbahiyê li we dikim ji bo serkeftin û gihîştina wê roja ku piştî salên tijî hewldan ku hûn gelek li benda wê bûn.

Pîrozbahiyê li malbat û mamostayên we dikim ku bi we re zehmetî kişandin û ji bo serkeftina we, westiyan. Îro em hemû bi we serbilind in.

"Emaneteke mezin hildigirin"

Ew tiştê ku îro hûn gihîştinê, çi yên ku bekelorya û çi jî yên ku mastera xwe di warên cuda de temam kirine, ev berhema zehmetî, hewldan, israr û destpêka karwaneke nû ya jiyana we ya pratîkî ye.

Hûn ên ezîz, hûn îro ne tenê xwediyê bawernameyekê ne, belkî emaneteke mezin hildigirin ku avakirina paşeroja vî welatî li ser e.

Kurdistan û Îraqê pêdivî bi we heye: Bi zanista we, bi bîr û ramanên we, bi dahênanên we û bi hêz û enerjiya we ku ruhê hêvî û guherînê ne.

Bi eşkere û bi rastî ji we re dibêjim: Ew paşeroja ku em li Kurdistan û Îraqê xewna wê dibînin, ji bilî we, kesekî din ava nake.

Hûn in ku serkêşiya çerxa bipêşketinê dikin, hûn in ku civak û welatekî bihêz, pêşketî, hevdem û geş ava dikin.

"Me li Kurdistanê perwerde kiriye stûna avakirina civakê"

Welatek, civakek ku li ser nirxên azadî, demokrasî, pirrengî, vekirîbûn, zanîn û pêşketinê, tê avakirin.

Me li Kurdistanê perwerde û fêrkirin kiriye stûneke sereke di avakirina civakê de.

Baweriya me ya kûr ew e ku mirovsazî û veberhênana di mirovan de, herî zîrek, herî baş û bi qezence herî baş a veberhênan e.

Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê, wekî zanîngehên din ên li Îraq û Herêma Kurdistanê, mînakeke zelal e li ser wê yekê ku perwerdeya hevdem a vekirî ya li ser cîhanê, dikare çi bandoreke erênî û avaker hebe.

Vê zanîngehê li Silêmaniyê, di dirêjahiya salên temenê xwe de, nifşek ji ciwanên xwendewar ên gihîştî mezûn kiriye ku ji bo nirxên demokrasî, zanista hevdem û ramana rexnegir a azad, vekirî ne.

Ev jî rast ew e ku civaka me pêdivî pê heye ji bo avakirina paşerojeke bihêztir, geştir û pêşketîtir.

Amadebûyên rêzdar,

Laboratuwara Petraeus a Hişê Çêkirî ku berî du rojan li vir li zanîngehê hat vekirin, guherîneke cureyî ya nû ye di karwanê lêkolîna zanistî, teknolojî û pêşxistinê de li vê herêmê.

"Dê zaravayên Kurdê yên din jî bên zêdekirin"

Ev projeya pêşeng ku niha bi zimanê Kurdî, zaravayê Soranî, dest pê dike û paşê tê pêşxistin ji bo zaravayên din û bi Kurdî difikire, ne tenê nîşana nêrîna zanîngehê ye, belkî baweriyeke mezin jî nîşan dide ku em ne tenê bikarhênerên teknolojiyê ne, em razî nabin tenê bikarhêner bin, belkî em dixwazin û em dikarin afirînerên teknolojiyê jî bin.

Ev her wiha zimanê şîrîn û dewlemend ê Kurdî dibe qonaxeke pêşketî. Ziman, kelepor û wêjeya Kurdî diparêze û dike cîhanî.

Ev li gel hewlên din ên Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê, di xwendina IT û AIyê de, di hevdîtina Kurdnasiyê de, bi rastî pêngaveke girîng û cihê şanazî û destxweşiyê ye.

Nîşana wê yekê ye ku em li Herêma Kurdistanê bi hebûna ciwanên zanistxwaz û gihîştî yên wekî we, bi hebûna mamostayên xemxwer û dostên dilsoz ên wekî General Petraeus, em dikarin pêngavên mezin ber bi cîhana pêşketî ya teknolojiyê ve bavêjin.

Rêzdaran,

Hişê Çêkirî (AI) êdî yek ji motorên sereke yên aboriya hevdem, perwerde, tenduristî, enerjî û geşepêdana giştî ye.

Rojane û bi lez di hemû waran de dibe pêdiviyeke jiyanî, lewma destpêkirina vê taqîgehê li Hewlêrê, li Silêmanî û Kurdistanê, peyama hêvî û hêzê ye, ku em bawerî bi ciwanan û bi zanistê heye, ku em beşeke girîng in ji paşerojeke baştir û geştir.

"Rola David Petraeus girîng bû"

Bi vê helkeftê, ducare pêşwazî û destxweşiyeke germ li hevalê ezîz ê gelê Kurdistan û Îraqê, Rêzdar General David Petraeus dikim.

Rêzdar çend roj in li Kurdistan û Îraqê ye. Em hêvîdar in ku Îraq û Herêma Kurdistanê bi wî alî ve biçin ku wî ji bo wê xebat kiriye: welatekî aram, demokratîk û avadan.

Rêzdar di qonaxeke hestiyar a dîroka welatê me de xwedî roleke girîng bû.

Cenabê wî, wê demê, bi mêranî li gel Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî teror û terorîstan bû, her wiha beşdarî piştgirîkirina gelek projeyên girîng ên li Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Wê dema ku kompîter ji bo vî welatî nedihat, ew yekem kes bû ku bi spasdarî wê demê bi balafirê kompîter ji bo Zanîngeha Silêmaniyê anî, her wiha rol û hevbeşiya wî di avakirina balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê de hebû.

Gestên esmanî yên ji Silêmaniyê

Hêvîdar im di demeke nêzîk de jî seferên esmanî ji Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê û bi esmanê Tirkiyeyê jî ji bo Ewropa û cîhanê ji nû ve dest pê bikin, piştî ku hefteya borî di dema civîna min de li gel Serokê Tirkiyeyê, Cenabê Serok Erdogan, biryara vekirina esmanê Tirkiyeyê li ber Silêmaniyê, hat dayîn.

Her wiha dixwazim bi wê helkeftê, guherandina navê Balafirgeha Silêmaniyê ji bo Balafirgeha Xwedê jê razî Serok Mam Celal bi bîr bînim.

Ew gaveke mezin e ku em îro bîranîna wî rêzdarî bikin. Bîranîna wî rêzdarî bikin ku piştevanekî mezin bû ji bo vê zanîngehê, piştevanekî mezin bû ji bo tevahiya Îraqê.

Ez bi xwe şahidê wê yekê me ku çiqas mebesta wî bû ev zanîngeh bi pêş bikeve û çiqas mebesta wî bû û daxwaz ji hemû aliyan dikir ku em piştgiriyê bidin vê zanîngehê. Ruhê wî şad û bîranîna wî bi xêr be.

Piştgirî û alîkariyên General Petraeus ji bo her demê bi rêzdarî di bîranînên gelê Kurdistanê de dimînin.

Navlêkirina vê laboratuwarê bi navê rêzdarî, ne tenê rêzgirtina gelekî spasdar ji bo alîkarî, dostanî û dilsoziyê ye, belkî derbirîneke rastgo ye, spasdariya gelê Kurdistanê ye ji bo hevalekî ku di demên herî dijwar de bi me re sekinî û piştgirî kir. Gelek spas General.

"Kilîdên paşerojê, îro di destê we de ne"

Derçûyên ezîz,

Kilîdên paşerojê, îro di destê we de ne. Hûn ne tenê nûnertiya xwe dikin, belkî nûnertiya paşeroja welatek û gelekî şedaya azadî, vekirîbûn û pêşketinê dikin.

Lewma ez hêvîdar im, dahêner bin, vekirî bin, rexnegir bin, baweriya we bi xwe hebe, ji hemûyê girîngtir welatê xwe hez bikin û ji bo wê têbikoşin û xebatê bikin.

Tenê bi beşdarbûna li gel cîhanê razî nebin, belkî beşdarî avakirina wê bikin.

Spasiya rola pêşeng a Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê dikim, hêvîdar im laboratuwara wan a ji bo Hişê Çêkirî (AI) bibe platformeke rastîn ji bo dahênana zanistî û beşdarî avakirina rabûneke zanyarî û teknolojîk a li Kurdistan û li Îraq û heta li navçeyê jî, bike.

Bi tevahî bawerî û piştrastî bi şiyana ciwan û nifşê nû yê Kurdistanê heye ku dikarin di vî warî de, pêngavên pêşeng û dahêner bavêjin.

Ducare ji vir pîrozbahiyê li we yên derçûyên ezîz, yek bi yek pîrozbahiyê li we dikim, li malbat, kes û kar, mamosta û karmendên zanîngehê dikim.

Hûn ji bo me hemûyan, ji bo Kurdistan û ji bo Îraqê, cihê şanazî û hêvî û bendewariyê ne. Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin