
Silêman Oso: Serok Barzanî got, Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe
.
Serok Barzanî di civîna xwe ya li gel şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de tekezî li ser wê yekê kir ku ew bi awayekî aştiyane piştgiriya mafên Kurdan li Sûriyeyê dikin û got, "Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe."
Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir.
Şande ji sekreterên partiyên siyasî yên di nava ENKSyê de pêk dihat.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî ya herêmê û rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe parve kirine.
Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSyê Silêman Oso bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Silêman Oso da zanîn ku civîna wan a bi Serok Mesûd Barzanî re erênî bûye û got:
"Serok Barzanî guh da nêrînên me yên li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê."
Silêman Oso amaje bi wê yekê jî kir ku Serok Barzanî "behsa Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û encamên wê kiriye û ew wekî destkefteke girîng a ji bo Kurdan bi nav kiriye ku divê were parastin"
Silêman Oso her wiha anî ziman:
"Serok Barzanî tekezî li ser pêwendiyên di navbera pêkhateyan de û pêwendiya Kurdan a bi Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyeyê re kir û diyar kir ku pêwîst e Kurd nûnertiya dengê hemûyan bikin."
Berpirsê ENKSyê da zanîn ku Serok Barzanî daye zanîn ku ew bi awayekî aştiyane piştgiriya mafên Kurdan li Sûriyeyê dikin û Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin