Merkel: Meha bê, em ê mijara Tirkiyê gotûbêj bikin

Merkel: Meha bê, em ê mijara Tirkiyê gotûbêj bikin

.

A+A-

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand: “Meha bê, civîna lûtkeya serkirdeyên Yekîtiya Ewropê dê birêve biçe û di civînê de mijarên girêdayî Tirkiyê werin gotûbêjkirin.”

Angela Merkel ji rojnamevanan re diyar kir: “Karûbar bi cûreya ku me dixwest birêve neçû û pêş neketin.”

Merkel eşkere kir: “Baweriya me wisa ye ku daxuyaniyên Tirkiyê derbarê Qibrisê de, aloziya zêdetir di navbera me û Enqerê de çêkiriye û valahiya di navbera me de zêdetir bû.”

Li ser vê mijarê, duh Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass jî diyar kiribû ku ji ber reftarên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê di lûtkeya meha bê de, li dijî Tirkiyê sepandina cezayan dê gotûbêj bikin.

Berî destpêkirina civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ya bi rêya vîdeo-konferansê, Wezîrê Derve yê Almanyayê destnîşan kiribû: “Hewldanên çareserkirina aloziya navbera Tirkiye û Yewnanistanê li Qibrisê, heta niha ti encamên baş nedaye.”

Ji ber hewldanên Tirkiyê yên lêgerîna petrol û gazê li deverên nêzîkî ava Yewnanistanê, alozî di navbera her du welatan de derketiye.

Enqere li ser berdewambûna lêgerîna çavkaniyên nû yên enerjiyê li Deryaya Spî rijd e û vê pêngavê, Yewnanistan û Misir û welatên Yekîtiya Ewropayê nîgeran kiriye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin