
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Û KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI ÎZMÎRÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN
.
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Û KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI ÎZMÎRÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN
Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (PÊLKURD, PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN -PSK, PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ -PWK, TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ -VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ) roja 14.06.2026ê li bajarê Îzmîrê, bi armanca yekîtîya neteweyî konferansek li dar xistin.
Konferans li Hola konferansê ya Kovara Dengê hate li dar xistin.
Dîwana konferansê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehemt Sîrac Kaya, nûnerê PÊLKURDê Mahmût Agamola, nûnerê VEJÎNê Edîp Welatparêz pêk hat.
Di destpêka koferansê de ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Paşê bi dore, li ser navê kesayetîyên serbixwe Alî Oncû, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, rêvebirê PÊLKURDê Mahmut Alpşen, nûnerê VEJÎNê Edîp Welatparêz axivîn.
Piştî axaftina nûnerên Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, endamê Komîteya Rêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun, rêvbirê PSKyê Bedir Çinar û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, Veysel Çamlibel, Mesût Tokay, Sevîm Kûrt, Orhan Ayhan, Aga Kurdî, Zîya Yilmaz bîr û rayên xwe anîn zimên.
Li gel rêvebir û endamên alîyên ku ev konferans organîze kirine, Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, Serokê Giştî yê Komeleya Anadolûya Rojhilat û Başûrê Rojhilat Li Îzmîrê Alaattîn Epozdemîr, nûnerê Ozgur Der ê Çagdaş yazici û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd beşdarî vê konferansê bûn.
Konferansa ku li Îzmîrê hate li dar xistin, bawerî û hêvîyên ava kirina temsîlîyeteke neteweyî, li Bakurê Kurdistanî geştir û xurtir kir.
Hate ragehandin ku di rojên pêş de dê li hinek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê jî konferansên bi vî rengî dê werin li dar xistin.




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin