
Îran: Lihevkirin bo rawestandina şer hatiye kirin û Amerîkayê garantî daye
.
Şêwirmendê Stratejîk ê Tîma Danûstandinan a Îranê xalên dawiyê yên yadaşta jihevtêgihiştina di navbera Tehran û Waşintonê de eşkere kir, ku hêsankariyên deryayî, paşxistina dosyeya atomî û qerebûkirina zirarên aborî vedigirin.
Şêwirmendê Stratejîk ê Tîma Danûstandinan a Îranê Mehdî Mihemedî hûrgiliyên wê yadaşta jihevtêgihiştina di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de eşkere kir, ku ji van pênc xalên sereke û stratejîk pêk tê:
Yek: Rawestandina şer û garantiya ewlehiyê
Di qonaxa yekê de, biryar e ku hemî operasyonên serbazî yên li dijî Îran û Libnanê bi temamî bên rawestandin û aliyê Amerîkayî garantiyê bide ku alozî dubare nebin.
Du: Azadkirina serwetên astengkirî
Li gorî çarçoveya wê lihevkirinê, ligel destpêkirina bicihanîna xalan, pişkek ji pere û serwetên astengkirî yên Îranê tên azadkirin û ev pêngav dê ligel helawîstina hinek cezayên aborî be, ku rêyê ji bo berfirehkirina lihevguhertina bazirganî û zêdekirina hinardekirina petrolê xweş bike.
Sê: Hêsankariya deryayî û bazirganî
Yek ji xalên din ên cewherî rakirina qeyd û bendên li ser hatin û çûna keştiyên bazirganî yên Îranê ye. Armanca vê xalê asayîkirina bazirganiya deryayî ya Îranê û rakirina astengiyên li pêşiya veguhastina navdewletî ye.
Çar: Dûrxistina dosyeya atomî
Di qonaxa niha ya wê lihevkirinê de, pirsa atomî nayê nîqaşkirin. Divê li berahiyê pabendbûnên destpêkê yên aliyê beranber bên bicihanîn û piştrastkirin, paşê di qonaxên bê de nîqaş dê li ser dosyeya atomî bê kirin.
Pênc: Rakirina cezayan û qerebûkirin
Di qonaxa dawiyê de, behsa rakirina cezayên destpêkî û lawekî yên Amerîkayê tê kirin, herwesa kar ji bo dariştina mekanîzmekê ji bo qerebûkirin û avakirina wan zirarên ku ji ber şer û zextên aborî gihîştine Îranê jî tê kirin, ku ev jî yek ji daxwazên herî pêşîn ên tîma danûstandinan a Îranê ye.
Ev pênc xalên jihevtêgihiştina Tehran û Waşintonê nexşerêya Amerîkayê bo vekirina Tengava Hurmizê nîşan dide, bêyî ku niha destkarî di bernameya atomî ya Îranê de bike. Ev pêngav rasterast bersiva wan nîgeraniyên ewlehiyê yên Îsraîlê dide, ku berê hişyarî dabû ku Amerîkayê li ser hesabê dosyeya atomî ligel Îranê li hev kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin