
WAN - Siya şer bandor li geştyariyê kir: Ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê kes naçe
.
Sektora geştyariyê ya li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê rûbirûyî sistbûneke mezin bûye.
Li gorî amarên nû, ji ber siya şer a li herêmê û rewşa xirab a aboriya Îranê, hejmara geştyarên ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê diçin Wanê bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye.
Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê got:
''Berî du salan min li nav kolanên qerebalix ên Wanê gerek kiribû, wê demê ew der cihê kombûna geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû û tijî geştyar bû lê niha gelekî kêm geştyar tên dîtin."
Karsaz û geştyar sedema vê bi bêkarî, bilindbûna lêçûna jiyanê û nearamîya siyasî ve girê didin.
Behmen Îbrahîmiyê ku ji Selmasê ye û ji bo xebatê berê xwe daye Wanê da zanîn:
"Li Îranê bêkarî gelekî zêde bûye.
Dahata mehane di navbera 15 heta 20 milyon tumenî de ye lê ji bo debara malbatekê pêdiviya me bi 40-50 milyonî heye.
Ez hostayê seramîkê me û neçar mam ji bo debara xwe terka welêt bikim."
Bandora vê rewşê ne tenê li ser kêmbûna geştyaran e, her wiha sîmaya xebatê jî guherandiye.
Muhsin Keremiyê ku berê li Îlamê restoranta wî hebû û niha li Wanê bilêtan difiroşe geştyaran got:
"Havîna par rojane 5-10 hezar geştyarên Îranî dihatin Wanê lê niha hejmar daketiye bin 200-300 kesî, ew jî tenê di rojên bêhnvedanê de."
Hinek ji geştyaran ji bo dûrketina ji atmosfera şer û aloziyên navxwe yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hîn jî Wanê wekî stargehekê dibînin.
Îrandoxt Eqîdiya ku geştyareke Îsfehanî ye anî ziman:
"Ji bo bêhnvedanê û dûrbûna ji aloziya şer em hatine Wanê, çimkî sînor nêzîk e û xwezayeke wê ya xweşik heye."
Li gorî amarên Birêvebiriya Geştyariyê ya Wanê, kêmbûn bi vî awayî ye:
Sala 2024an: Milyonek û 500 hezar geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê.
Sala 2025an: Daketiye 900 hezar geştyarî.
Şeş mehên destpêkê yên îsal: Tenê 180 hezar geştyar hatine Wanê.
Ev daketina bilez zengileke metirsiyê ye ji bo aboriya bajarê Wanê ku beşeke zêde ya dahata wê pişta xwe dispêre geştyarên ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên.
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin