Mehmet Masum Suer bi wêneyê Roboskî xelata Leica-BarTurê wergirt

Mehmet Masum Suer bi wêneyê Roboskî xelata Leica-BarTurê wergirt

.

A+A-

Wênegirê Kurd Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû di Pêşbirka Nûçegihanê Wêneyê Sala 2022ya ku bi hevpariya Kovara (LFI) Leica Fotografie International û Xelatên Wênekêşiyê yên BarTur ve hat organîzekirin, xelata duyemîn wergirt. Îsal bi qasî 5 hezar wênekêş ji 80 welatan bi 12 hezar û 700 wêneyan beşdarî pêşbirkê bûne.

Wênegir û rojnamevanê serbixwe Mehmet Masum Suer di vê pêşbirka bi prestîj a cîhana wênekêşiyê de bi wêneyê dayikan ku wêneyên zarokên xwe yên ku di bûyera Roboskî ku di sala 2011an de qewimî bû de jiyana xwe ji dest dabûn nîşan didin, di kategoriya "Rûyên Mirovahiyê" de xelata duyemîn wergirt.

Di pêşbirkê de bi zêdeyî wêneyên ku ji pevçûn û koçberiya mirovan a li Ukrayna û Efxanistan hatine kişandin xelatên yekem girtin. Wêneyên ku xelat wergirtine dê di navbera 9-19ê Sibatê de li Almanya li galeriya Muzeya wênekêşiyê ya F3 Freiraum Für Fotografie li Berlîn û piştre li du welatên din ên Ewropayê werin pêşandan.

Wênekêş Suer diyar kir ku ji aliyekî ve di sala dawî de bi wergirtina xelata sêyemîn a girîng kêfxweş bûye, lê ji aliyê din ve jî ji ber bûyera Roboskî û tiştên ku di roja kişandina wî wêneyî de dîtiye gelekî xemgîn bûye.

Sue got: “Piştî bûyera trajîk bi çend rojan ez bi komek hevalên xwe re çûm gundê Roboskî û ji malbatan re sersaxî xwest. Me êşa wan parve kir. Min êşên malbatan bi kişandina gelek wêneyên li ser goristanan û li malên wan belge kir. Min bi xemgîniyek mezin ev wêne kişandin.”

Mehmet Masum Suer ku di heman demê de endamê Komeleya Wêneyan a Amerîka PSAyê ye, xwediyê 32 dîploma û sernavên saziyên wênekêşiyê yên li welatên cihê yên cîhanê ye, nemaze ji  Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegiriyê FIAP. Hunermend xwediyê gelek xelatên ji pêşbirkên navneteweyî ye. Suer di destpêka vê salê de bi wêneyê ku li Çiyayê Nemrûda Semsûrê kişandibû di pêşbirka 'Wênegirên Salê yên Dîrokê a 2021 de ku li Brîtanyayê hat lidarxistin de di nav 40 wêneyên herî baş yên cihên dîrokî yên salê de cih girtibû. Pişt re jî ji bi du wêneyên ku li baxçeyên Hewsel li Amedê kişandibû di pêşbirka 35AWARDS de ku li Rûsyayê hat lidarxistin, di nav '100 Wêne û Wênegirên Salê yên Herî Baş' de cih girt.

Pêşbirka BarTur Photo Award, ji aliyê Amnon Bar-Tur ku di heman demê de wênegirekî Brîtanî yê navdar e ji sala 2011an û vir de ji bo bîranîna hevjîna xwe wênesaza navdar Ann Lesley Bar-Tur ku di sala 1984an de ji ber pençeşêra pêsîrê jiyana xwe ji dest da tê organîzekirin. Pêşbirk ev du sal in ji aliya Kovara Leica (Leica Fotografie International) ve weke sponsor tê piştgirîkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin