Li Lîbyayê jimara kuştîyên êrîşa esmanî gihiştîye 30 kesî

Li Lîbyayê jimara kuştîyên êrîşa esmanî gihiştîye 30 kesî

Karbidestên saxlemîyê li Lîbya îro roja yekşemê 05-01-2020an got jimara kuştîyên êrîşa esmanî ya paytexta welêt Terablosê herî kêm 30 kes e ku piranîya wan xwendekar in.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ji meha Nîsanê ve Terablosa paytext bûye meydana şer di navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku general Xelîfe Hefter komandarîya wê dike û hêzên girêdayî hikûmetê de ku Neteweyên Yekgirtî piştgirîya wê dike.

Êrîşa esmanî derengî şemîyê li herêma Hedeba cih girt ku li başûrê navenda bajarê Terablosê ye.

Tîmên saxlemîyê got êrîşê her wiha 33 kesên din birîndar kirin. Erka Neteweyên Yekgirtî li Lîbya bi zarekî tund êrîş şermezar kir.

Tê zanîn ku Parlemana Tirkîyê erê kir ku hêzekê bişîne Lîbya ji bo piştgirîya hikûmetê li dijî hêzên Hefter bike.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin