
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, egereke vekirî heye ku welatê wî êrîşên leşkerî yên li ser Îranê bide destpêkirin. Trump herwiha aşkere kir, Tehranê planeke nû ji bo rawestandina şer pêşkêş kiriye, lê Washington mercên wan qebûl nake.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Floridayê bersiva pirsên rojnamevanan da. Trump derbarê destpêkirina êrîşên li ser Tehranê de got: "Egere heye ku ev yek biqewime." Trump ambargo û dorpêçên niha yên li ser Îranê wekî "pir bi bandor" binav kirin.
Trump tekez kir ku welatê wî dê bi hêsanî ji vê rûbirûbûnê venekişe, ji ber ku naxwazin kêşe ji bo salên din bimîne û dubare bibe. Trump got: "Em rê nadin ku Îran bibe xwedî çekên atomî."
Derbarê hewlên dîplomatîk de, Trump da zanîn ku hûrgiliyên peymaneke pêşniyarkirî ji aliyê Îranê ve gihîştiye destê wî û got: "Ez ê di demeke nêz de wê plana ku Îranê ji me re şandiye lêkolîn bikim, lê bawer nakim ku ew plan were qebûlkirin."
Ji aliyê din ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand, welatê wî bi rêya navbeynkariya Pakistanê planek ji bo bidawîanîna şer pêşkêş kiriye. Xerîbabadî got: "Niha top di qada Amerîkayê de ye; yan divê rêya dîplomasiyê hilbijêrin, yan jî berdewamkirina rûbirûbûnê."
Pêşniyara Îranê ji 3 xalan pêk tê:
1- Vegerandina çûnûhatina azad a keştiyan li Tengava Hurmizê.
2- Bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê.
3- Paşxistina gotûbêjên li ser bernameya atomî ji bo qonaxeke din.
Trump di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser ziyanên artêşa Îranê û got: "Artêşa Îranê derbeke kujer xwariye û ji bo nûkirina şiyanên xwe, pêdiviya wê bi 20 salî heye."
Tevî ku çar hefte di ser rawestandina operasyonên leşkerî re derbas bûne, lê hîna peymaneke dawî nehatiye îmzekirin. Ev aloziya navbera her du welatan bûye sedema krîzeke mezin a enerjiyê li ser asta cîhanê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin