PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin

PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin

.

A+A-

 Berpirsekî bilind ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) da zanîn ku şeva borî kampeke wan a li nêzîkî Balîsanê û vê sibehê jî Kampa Cêjnîkanê bi dron û mûşekan hatine bombebarankirin.

Endamê Desteya Birêvebiriyê û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan ê PDKÎyê Kawa Behramî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Îro derdora saet 07:30î bi mûşekan Kampa Cêjnîkanê ya li Hewlêrê hat bombebarankirin."

Kamp cihê malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ).

Kawa Behramî diyar kir ku "Êriş bi mûşekekê hat kirin û ti zererên canî çênebûn" û da zanîn:

"Şeva borî bi du dronan êrişî sînorê Balîsanê yê Hewlêrê hat kirin.

Di heman demê de nêzîkî 4 mûşek ji aliyê Hevpeymanan ve hatin xistin, di ti ji wan de zererên canî çênebûn."

Êrişên li partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne

Li gel berdewamiya agirbest û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrişên dron û mûşekî yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Her di nava vê mehê de çend êriş li Koyeyê û navçeyên din ên parêzgeha Hewlêrê hatin kirin.

Her wiha êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî hat kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin