Li Kazakîstanê qenaleke bi Kurdî vedibe

Li Kazakîstanê qenaleke bi Kurdî vedibe

Li Kazakîstanê qenaleke ku wê bi Kurdî weşanê bike bi navê Yekbûn 1ê gelawejê bikeve weşanê. Di derheqê vê de Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîmî got “Li dijî bişaftin û ji bo parastina hejayên xwe em Yekbûnê vedikin”

A+A-

Prof. Dr. Kinyaze Îbrahîm li Erîvanê li ser zimên, dîrok û zanînên rojhîlatê doktora kirîye, heta sala 1990an li Zaningeha Dewleta Ermenîstanê Serokatîya Beşa Zimanên Rojhilatê kirîye.

Piştî sala 1990an Prof. Dr. Kinyaze İbrahim vegerîyaye Kazakîstanê û li wir li zaningeha dewleta Kazakîstanê bûye alîkarê rektorê zaningehê.

Li ser zimanê, dîrok û wêjeya Kurdî bi dehan xebatên wî hene, zimanên wek Kurdî, Rusî, Azerî, Ingilîzî, Tirkî, Ermenî, Kazakî û Farsî dizane.

1-113.jpg

Prof. Dr. Kinyaze İbrahim bi salan li Yekitîya Sovyeta kevn Serokatîya Federasyona Komeleyên Kurd kirîye û dibeje, “Min emrê xwe ji bo Kurd û Kurdî xerc kir”. Îbrahîm niha di nav xebatên vekirina televîzyoke Kurdî de ye.

Prof. Dr. Kinyaze İbrahim got “Li Yekitîya Sovyeta kevn nêzikî mîlyonek Kurd dijîn. Jiber polîtîkayên nijadperestî û netewî zimanê Kurdî û Kurd li ber bişaftinê ne. Dikin Kurd zimanê xwe, dîroka xwe û çand û hunera xwe jibîr bikin.”

İbrahim got "Li Azerbaycanê 350-400 hezar, li Turkmenîstanê jî 250-300 hezar Kurdên Îranî  dijîn. Belku dizanin Kurd in lê piranî van zimanê xwe jibîr kirîye.  Li Ermenistanê nêzî 70 hezar Kurd dijîyan, niha 15-20 hezar in. Jiber vê bişaftinê divê tiştek bihata kirin. Me jî bîryar da ku em televîzyona Yekbûnê vekin. Rîya Teze û Radîoya Erîvanê dibe k udi serî de têra dikir lê niha têra pêdivîyan nake.”

Prof. Dr. Kinyaze İbrahim di derheqê weşana Yekbûnê de jî got, “Weşan wê ji sedî sed bi Kurdî be. 1ê Gelawejê em ê dest bi weşanê bikin. Weşana me wê li ser torên medyayî yên wek Facebook, Twîtter û Youtubê be. Weşanên me wê piranî li ser çand û hunerê be, em cî nadin sîyaset û polîtîkayê.  Jixwe qenalên ku niha bi Kurdî weşanê dikin hewce nake em sîyasetê bikin.

Prof. Dr. Kinyaze İbrahim dîyar kir salê carekê ew semînerên bi Kurdî li dar dixin û rojname û kovarên wek Jîyana Kurd û Nubar çap kirine.

İbrahim got, YekbûnTV wê din av Kurdan de cîyekî taybet bigire ûdîyar kir ku navenda çanda Kurdî ji Ermenîstanê derbasî Kazakîstanê bûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin