Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe Kurd ji zimanê xwe dûr dikevin

Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe Kurd ji zimanê xwe dûr dikevin

Di warê disîplîna zanistîya rapirsî û lêkolînan de hejmara kompanîyên Bakurê Kurdistanê gelek kêm bin jî, van salên dawî çend kompanîyên navendên lêkolînan xebatên ciddî xasma li ser metirsîya asîmîlasyona Kurdan û zimanê Kurdî encam didin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Fîlozofê Avûsturyayî yê bi navê Wittgenstein dibêje ku sînorê zimanê min di heman demê de sînorê cîhana min e, ev gotin bi serê xwe dide nîşan ku ziman, ji bo mirovan ne tenê alavekî têgihîştinê ye, ziman di heman demê de hizr û bîr e.

Ziman herwisa heyîneyeke zindî ye, di dîroka mirovahîyê de bi sedan ziman di demeke dirêj de derketine geş bûn e; lê hîn ji wan zimanan ji ber ku bikaranîna wan kêm bûne an  mirine an jî  ji bermayîyê wana zimanên din derketine; bi kurtasî li gor yasayên fîlolojîyê ziman dema ku axêferê wê kêm bibe lawaz dibe, dema ku axêferê wê nemînin ew jî namzetê mirinê ye.

Li gor raporên navendên rapirsî û lêkolînan, metirsîya lawazbûn û mirina Kurdî jî li Bakurê Kurdistanê hêjayê baldarîyê ye, Ji ber rewşa Kurdan a sosyopolîtîk û di encama asîmîlasyon û otoasîmilasyonê de herwisa fişarên li ser çanda Kurdî, Kurd her diçin ji zimanê dayîka xwe xwe dûr dikevin

Lêkolîner Reha Ruhavîoglu dîyar dike ku ji ber zimanê Kurdî ne fermî ye û tekane zimanê fermî Tirkî  û her ji ber wê yekê bazar, jîyan, televîzyon û kar û xebat bi Tirkî ye, her ku diçe Tirkî zêde dibe û Kurdî kêm dibe. Ruhavîoglu tekez jî dike ku li bajarên mezin û ber bi metropolên Tirkîyê ve axaftina bi zimanê Kurdî kêmtir e.

Her çend di warê disîplîna zanistîya rapirsî û lêkolînan de hejmara kompanîyên Bakurê Kurdistanê gelek kêm bin jî, van salên dawî çend kompanîyên navendên lêkolînan  xebatên ciddî  xasma li ser  metirsîya asîmîlasyona Kurdan û zimanê Kurdî encam didin.

Raporên dawî didine nîşan ku rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê her ku diçe xirabtir dibe û pileya metirsîya li ser zimanê Kurdî zêde dibe.

Civaknas Şêxmûs Sefer jî dibêje, ji ber li Bakurê Kurdistanê sîyasetmedar jî bala wan zêdetir li ser Tirkî ye, xelk jî wan hinekê bo xwe weke rol model digirin û amaje bi du tiştên girîng dike, “ek, divê sedî sed zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê, xebatên xwebexşane ne mumkin e. Duyem jî, di sîyaseta Kurdî de jî divê bi Kurdî axavtin û bi Kurdî jîyanek hebe.”

Di heman raporan de xuya dike ku nifşên nû her diçe dikevin bin bandora zimanê desthilat li Bakurê Kurdistanê Kurdistanî Kurdên ku temenê wan 60 salî ne bi Kurdî diaxifin lê jenersyona 15- 20 salî tenê dibêjin em Kurd in dema dibêjin em Kurdin jî vê yekê bi Tirkî dibêjin

Rapora Nevanda Lêkolînan  a Sosyopolîtîkê li 16 bajar û 49 bajarokên Bakurê Kurdistanê ku bi 5600 kesan re  kirîye eşkere dike ku:

-% 78.8  nasnameya xwe wek "Kurd" pênase dikin

- % 69.9 di nav malê de bi Kurdî diaxivin

- % 59.9 li dervayê malê bi Kurdî diaxivin

- % 11.8 li sazîyên dewletê bi Kurdî diaxivin

Zarok TV tekane televîzyona zarokan e li Bakurê Kurdistanê, di vê televîzyonê de bi sedan kartonfîlmên Tirkî û bîyanî ji bo Kurdî têne dûblajkirin. Li hemberê vê televîzyonê 13 kanalên zarokan yê Tirkî hene ku di warê teknîk û techîzatan de ji Zarok TVyê gelek pêşketîtir in; ango Zarok TV bi 50 xebatkarên xwe hevberîya bi milyon dolar sermaye, zimaneke standard, perwerdehîya bi zimanê Tirkî û polîtikayên asîmîlasyonê dike.

Mihemed  Çakmak, Rêvebirê Zarok TVyê dibêje, “Zarok piştî ku Zarok TVyê temaş dike, bi wê hişmendîyê derdikeve kolanan. Bêguman bi tenê têrî nake ku di civakê de biaixive. Lê zarok yek peyvê jî ji Zarok TVyê fêr bibe dixwaze nîşan bide ku fêr bûye.” Çakmak di dibêje jî, temaşe bikin an nekin, êdî her kes Zarok TVyê dizane.

Zarok TV çiqas  hewla fêrîkirina Kurdî bike jî  îstatîstîk didine nîşan ku zarokên Kurdan li nav mala wan kîjan ziman were bikaranîn ewî zimanê li derva bikartînin; herwisa rapirsî didine nîşan ku Kurd çiqas dewlemen dibin zimanê xwe jî bêhtir ji bîr dikin û bi kar naynên; ango zimanê dayîka Kurdan dibe zimanê feqîr û hejaran.

Sazîya Navdewletî UNESCO yê di sala 2008 an de atlaseke bi navê " Zimanên li ber Mirinê" belav kiribû, Sazîya li ser Neteweyên Yekbûyî di vê atlasê de bal dikşîne ser wê yekê ku di cîhanê de 6700 ziman hene û ji van zimanan 2400 ê wê li ber mirinê ne û ji van zimanan 18 ziman li Tirkîyeyêbi kêmanî bin jî têne axaftin herwisa  Dimilkî ya  dîyalekta Kurdî yê jî yek ji wan zimanan e ku metirsîya mirinê li ser e.

Mehdî Mutlu-Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin