'Kurdistan benda lêkolîn û nasandinê ye'

'Kurdistan benda lêkolîn û nasandinê ye'

'Kurdistan benda lêkolîn û nasandinê ye'

A+A-

Berhema Abdurrahman Onen ya bi navê 'Erdnîgariya Kurdistanê - I: AGIRÎ' derket. Di pirtûkê de nexşeyên fîzîkî yên erdnîgariya Agirîyê jî hatine bicihkirin. Onen, der barê amadekirina pirtûkê de wiha dibêje: “Armanca min ew bû ku di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin, mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin.”

Ferhat Yaşar/Gazeteduvar

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bi daxuyaniyekê berhema Abdurrahman Onen ya bi navê 'Erdnîgariya Kurdistanê – I: AGIRÎ' da nasîn. Di pirtûka 'Erdnîgariya Kurdistanê - I: AGIRÎ' de navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên tirkî û kurdî; her wiha navên çem, gol, çiya û deşt û zozanên Agiriyê jî cih digirin. Ji aliyekî din ve nexşeyên fîzîkî yên erdnîgariya Agiriyê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agiriyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê jî di pirtûkê de hatine bicihkirin.

Abdurrahman Onen, di encama xebata xwe gelek salan de, derheqê erdnîgariya Kurdan de agahiyên hêja berhev kirine. Onen demeke dirêj e, herêm bi hêrêm li bajar, navçe, gund û mezreyan digere, nav û agahiyên der barê erdnîgariyê de bi dest dixe û qeyd dike. Onen ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne.

https://i.gazeteduvar.com.tr/storage/files/images/2020/11/15/f-CciC.jpg

 

'EZ ZANIBIM BÊ ÇI DI DESTÊ ME DE HENE'

Nivîskar Abdurrahman Onen sala 2008an de ji mamostetîya erdnîgarîyê teqawit dibe, paşê biryar dide ku der barê Erdnîgarîya Kurdistanê de pirtûkek amade bike. Onen wiha behsa destpêkirina nivîsandina pirtûkê dike: “Bi rastî di destpêka salên 1990î de min biryar da ku ez ê pirtûkên erdnîgarîyê û Erdnîgarîya Kurdistanê bi Kurdî binivîsim. Armanca min ew bû ku di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin, mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin. Bi vê armancê min dest bi lêgerîn û lêkolînan kir ku ez zanibim bê çi di destê me de hene.

Di destpêkê de min fahm kir ku pêdivîya herî mezin ferhenga erdnîgarîyê ye. Bi vê bîr û bawerîyê, min destpêkir ku hemû nivîsên Kurdî bixwînim da ku peyv û bêjeyên erdnîgarîyê pêde bikim. Ji bo ku ez bikaribim hemû nivîsên Kurdî yên ku bi tîpên cuda hatine nivîsîn bixwînim, ez li ser elfabeyên Kîrîlî û Erebî jî xebitîm. Min hin nivîs, kovar, rojname û pirtûkên bi tîpên Kîrîlî û Erebî jî xwendin. Bi qasî 4-5 salan tenê min xwend: Çîrok, roman, rojname, bîranîn, dîrok, kovar û hwd. çi ket ber destê min, min xwend û min bêje berhev kirin. Piştî xebata 15 salan min ferhenga erdnîgarîyê amade kir û di sala 2008an de hat weşandin.”

https://i.gazeteduvar.com.tr/storage/files/images/2020/11/15/agiri-1bic.jpg

Erdnîgarîya Kurdistanê - AGIRÎ, Abdurrahman Önen, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2020.

 

'AXA KURDISTANÊ BENDA LÊKOLÎN Û NASANDINÊ YE'

Ji xeynî vê pirtûka bi navê 'Erdnîgarîya Kurdistanê -1: AGIRÎ', di rêzê de yên li ser erdnîgariya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne. Onen dibêje ku; “Dema min dest bi xebata xwe kir, min Bakurê Kurdistanê kiribû sê beş:

1- Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletî, Mereş û Entab

2-Dêrsim, Çêwlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî

3-Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed û Mêrdîn

Min xwest ku ji navîna bakurê Kurdistanê destpêbikim. Ez li hemû navçe û li gelek gundên bajarên Kurdistanê geriyam û min ji kesên li wan deran dijîn navê gund û mezreyên wan dipirsî û dinivisî.

Lê heke em bi bi giştî li ser bisekinin mirov dikare bêje ku di warê ser ax bin axê de erdnîgariyeke berdar e. Him di warê çiya, deşt, zozan, çem û gol him jî di warê dewlemendiyên binerdê de. Her wiha çar demsal jî li ser vê axê tê dîtin û her cûre çandinî jî lê tê kirin. Lewra di gelek waran de axa Kurdistanê benda lêkolîn û nasandinê ye. Hêvî dikim ku di pêşerojê de xebatên xurt bên kirin.”

'ERDÊ AGIRÎ LI DEVEREKE VOLKANÎK Û ERDHÊJ E'

Germavên Agirîyê pir bi nav û deng in. Ji Wanê heta Îdirê xelk bo bikevin germavê diçin Gîhadînê. Yên diçin germavê bawer dikin ku ava germavê gelek nexwaşîyan çareser dike. Onen got ku; “Bi rastî li hemû Kurdistanê germav hene. Germav li deverên ku teqînên volkanik û erdhêj hebin pir tên dîtin. Kurdistan jî welatekî bilind, çiyayî û volkanik e. Nexşeyên volkan, erdhêj û germavan bi ser hev derdikevin. Erdê Agirî li devereke volkanik û erdhêj e. Lewre jî germav li xaka Agirî pir tên dîtin. Li Agirî devera herî zêde germav lê hene herêma Tendûrekê ye.”

'ERDNÎGARÎ JI ÇANDÊ HEYA TÊKILIYÊN CIVAKÎ TESÎR DIKE'

Her wiha Onen behsa tesîra erdnîgariya li ser gel de dike û dibêje: “Sê beş li gorî bilindahiyê ye. erdê Kurdistanê bi awayekî giştî ji başûr ber bi bakur ve bilind dibe. Wekî din jî bi gelek hewayan ji hev cuda dibe: Sirûşt, çiya, çandinî û hwd.

Serhed û Botan pirtirîn li gorî taybetiyên çandî û dîrokî ji hev cuda dibin. Erdnîgarî tesîrê li çand û çandiniyê dike. Çandinî jî ji çanda metbexê bigre heta têkiliya di navbera mirovan de xwedî bandor e. Lewre bi hêsanî mirov dikare bêje erdnîgarî ji çandê heya têkiliyên civakî li ser gelê ku li wê axê dijî tesîr dike.”

'ÎDIR LI HERÊMÊ ERDNÎGARÎYEKE TAYBET E'

Îdir çiqas nêzîkî Agirî û Qersê be jî di navbera erdnîgarîya Îdir û van bajaran de pir ferq heye. Nivîskar Veysel Çamlibel jî ji bo besta Îdirê dibêje 'dayîneke Xwedê ye'. Di besta Îdirê de sêv, pemû, qeysî, zebeş û gelek tişt digihîje. Onen dîyar ki ku Îdir li herêmê erdnîgariyeke taybet e. Hawirdorê deşta Îdirê çiya ye. Ev çiya deşta Îdirê ji bayên derdorê tên diparêze. Ji ber vê yekê sirûşta (iklim) deşta Îdirê li gorî derdorê nermtir e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin