Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kerên Modern: Karker (Proleterya)

A+A-

Dema li Ingizîstanê ji aliyê James Watt ve mekîna dûkelê tê îcatkirin qedera bajar û gundan, qedera serdest û bindestan ji nû ve ber bi şiklekî nûjen ve tê guhertin.

Her çiqasî pergal her tim yek be jî li gorî rewşa demê navê wê tê guherîn û dîsa heman pergal ji aliyê kesên cuda cuda ve dîsa tê ceribandin. Dîsa wek berê kêm kes dibin serdest û hejmarek zêde jî dikevin bin destên wan. Arîstokrasî naguheren; dîsa xwe berdewa dike û mirovên kedkar û karker mecbûrî xwe dike.

Dîsa em vegerin serê çîroka xwe. Berîya ku Watt mekîna xwe îcat bike hejmara kesên ku li gunda diman ji hejmara kesên ku li bajarî diman zêdetir bû. Lê bi demê re gava ev mekîne di sanayiyê de tê xebitandin li bajar ji bo fabrîkayan karker pêwîst dibin. Gelek gundî ji bo ku têkevin kar ji gundan berê xwe didin bajaran.

Bi vî awayî roj bi roj hejmarek zêde xwe li bajaran digire û karker bi karê xwe yê nû hêdî hêdî xwe hînî çanda bajarvaniyê jî dikin. Ev kesên ku dev ji gundê xwe berdana û berê xwe dane bajêr ne bi temamî bi kêrî jiyana gundan tên û ne jî bi temamî dikarin tevlî jiyana bajêr bibin. Ev grupa pêşî ya karkeran di nava Xelîl û Celîl de dimînin.

Gava gundî berê xwe didin bajaran hejmara gunda bi demê re hêdî hêdî dihele. Ew hejmara gundiyan xwe li taxên derveyî bajêr (Banliyo) jiyaneke nû ji xwe re ava dikin. Gava hejmara bajêr bi carekê zêde dibe pêre pêre pirsgirêkên jiyana modern jî hêdî hêdî xwe dide der. Pirsgirêkên mîna kolît, binavayî, perwerdehî, tenduristî û ceyranê derdikevin. Di heman demê de cara pêşîn çîna karkeran (Proleterya) û pirsgirêkên wan rû dide.

Di şoreşa sala 1848an de karker ji bo mafê xwe bi dest bixin û heqê wan yê hatî binpêkirin bistînin wê salê li hemberî arîstokratên sermayedar serî radikin. Heta mafê xwe ji destên zalimên xwe rizgar dikin berxwedanên dîrokî dikin.

Karkerên rojavayî li gorî karkerên rojhilatî mafê xwe zû bi dest xistine. Karkerên welatê me, hem ji ber nezanînê û hem jî ji ber xizaniyê mehkûmî kardarên xwe bûne. Ev mehkûmî wisa dixwiye ku sîrayetî hertiştê wan kiriye. Ne mafê xwe dizanin û ne jî dikarin li ber xwe bidin û mafê xwe bi dest bixin.

Dema li vî welatî yêkî dîl ji qeyd û zincîrên xwe rizgar dibe hevalên wî û karkerên din çavnebariyê lê dikin. Dixwazin wî/wê careke din bi qeyd û zincîr bikin. Heta ev dijminatî di nav çîn û qewman de hebe tu gû ji wan çê nabe.

Li şûna peyva proleterya di zimanê me de peyvek ecêb heye ku ew peyv “karker” e.  Dibe ku qedera Xwedê be jî ku li ser karê me hatiye nivîsîn. Eslê peyvê “Karkir” e (kar+kir), yanî kesê ku dixebite û wî karî tîne cih lê çawa bûye Xwedê dizane ew peyv hatiye guhertin û peyva “Karkerê” (kar+ker) ketiyê dewsa we. Her du peyv jî hevedudanî ne, di peyva pêşîn de wateya wê baş û xweş e lê di peyva duduyan de wateya peyvê bi temamî diguhere û wateyeke xirab dide peyvê.

Jiyana modern û pergalên îzm-an (kapîtal-îzm, lîberal-îzm, sosyal-îzm....) mirovên dewra xwe kirine ker û bi wan mirovan karê xwe bi rê ve birine. Rastiyeke wisa heye ku tahm xirab e; kerên rastî (ajal) jî ji kerên modern (karker) kêmtir dixebitin û danê mayî jî ji xwe re li zîtirkan didan.

Kerên rastî di rojê de herî zêde sê-çar seatan dixebitin û roja xwe ya mayî li çêriyê li hemberî tavê bi kêf derbas dikin lê em kerên modern ji kerên rastî çar qetî zêdetir kar dikin û roja xwe ya mayî jî bi halekî betilî, birçî û bêxew derbas dikin. Wextê çawa ku kar diqede karker berê xwe didin mala xwe û radikevin. Emrê me di navbera kar-malê û mal-karî de derbas dibe.

Welhasilî kelam kerek jî ji vê dinyayê tamekê digire lê em mirovên Homo Sapîens yan jî em mirovên biaqil (zoo polîtîk) tamek ji dinyayê nagirin.

De ka bêjin: kîjan ji me kerê ehmeq e?

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin