IRNA: 10 roket li sînorê Îranê ketin

IRNA: 10 roket li sînorê Îranê ketin

IRNA: 10 roket li sînorê Îranê ketin

A+A-

Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku di şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê de 10 roket li navçeya Xudaaferînê li 2 gundan ketine û yek ji wan li xanîyekî ketiye û yek kes birîndar bûye. Qeymeqamê Xudaaferînê Elî Emîrî Rad mijarê weha ragihand:

“Îro di wexta şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê de li 2 gundên li ser navçeya me 10 roket îsabet kirine. Xaniyekî ji wan xerab bûye û yek kes jî birîndar bûye.”

Qeymeqan negot bê roket ji aliyê kîjan dewletê de hatiye ser Îranê. Azerbeycan îro du perçeye. Azerbeycana bakûr serbixwe ye û ya Başûr dikeve nav sîsnorê Îranê û di nava Îranê de milletê nûfûsa wê herî zêde Azerîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin