
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa el-Sûdanî îro pêşwazî li Amîral Brad Cooper, fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) kir. Di civînê de beşdariyên hevkariya di navbera her du welatan de ji bo ewlehiya herêmî û navneteweyî hatin nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civînê de li ser têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna daxuyaniya hevbeş a ku di Îlona 2024an de hatiye weşandin, hat nîqaşkirin.
Hat destnîşankirin ku di vê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku mîsyona leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê wê heta Îlona 2025an biqede û têkiliyên dualî wê veguherin hevkariyek ewlehiyê.
Sûdanî diyar kir ku hevkariya di navbera Iraq û DYA de xizmeta berjewendiyên her du welatan dike û di warên navxweyî, herêmî û navneteweyî de dibe alîkar ku ewlehî û aramiyê xurt bike.
Di civînê de herwiha li ser rêbazên domandina diyaloga hevkariya ewlehiyê ya dualî û pêşxistina têkiliyên stratejîk jî hat nîqaşkirin.
Amîral Cooper spasiya xwe ji bo rola mînakî ya Iraqê di hevkariya dijî terorê de anî ziman.
Cooper pabendbûna Dewletên Yekbûyî ya ji bo berdewamiya hevkariya ewlehiyê û xurtkirina têkiliyên stratejîk di pêşerojê de dubare kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin