Hunername: Bernameyên çand û hunerê hêdî hêdî geş dibin

Hunername: Bernameyên çand û hunerê hêdî hêdî geş dibin

.

A+A-

Vê hefteyê konsera Mîkaîl Aslan û Mûrat Demîrî, ya Metîn Kemal Kahramanî, ya Tara Mamedovayê, kargeha şanoyê ya li Êlihê, klîba Rûken Yilmazê û albûma Yinon Muallimhi di hunernameyê de ye.

Piştî demeke dirêj a ji ber qedexeyên Covid-19ê, konser, şano, festîval û bernameyên din ên çand û hunerê destpê kirin.

Me ji ber vê rewşê navberek dabû Hunernameya ku zanyariyên bernameyên çand û hunerê diweşand. Ger bername bi aweyekî birêkûpêk dewam bikin, em ê careke din hefteyê carekê Hunernameyê biweşînin.

Vê hefteyê konsera Mîkaîl Aslan û Mûrat Demîrî, ya Metîn Kemal Kahramanî, ya Tara Mamedovayê, kargeha şanoyê ya li Êlihê, klîba Rûken Yilmazê û albûma Yinon Muallimhi di hunernameyê de ye.

Mîkaîl Aslan û Mûrad Demîr

Mîkaîl Aslan 21ê Sibatê ango sibê wê tevlî Mûrad Demîrî li Stenbolê li Esenkentê, Şanoya Servekirî ya Rifat Ilgazî wê konserekê bide. Di bernameya her du hunermendan de wê Guler Gultekîn jî weke mêvan çend stranan bistirê.

Konser wê saet di 19.00ê de destpê bike.

Mîkaîl Aslan wê di 22yê Tebaxê de jî li Amedê li Baxçeyê Zarok Mayê û di 23ê Tebaxê de li Sêwregê li Salona Şahiyê ya Sêwregê konsertan bide.

Her dua konsertên Aslanî wî wê saet di 20.00ê de destpê bikin ûCem Erdost Îlerî Trîo wê di konsera wî de hevkariya wî bike.

Tara Mamedova û Metîn Kemal Kahraman jî wê li Amedê bin

Tara Mamedova jî yek ji wan hunermendan e ku demeke dirêj e konsertên wê pêk nedihatin. Mamedova wê 21ê Tebaxê li Amedê li Sin Cafe Barê derkeve ser dikê û stranên xwe bistirê. Konsera Mamedovayê wê saet di 20.30 deqîqeyan de destpê bike.

Metîn Kemal Kahraman wê 24ê Tebaxê li Qonaxa Zerzevanê ya li Amedê konserekê bidin û piştî wê bi rojekê jî wê li Mêrdînê li Leyli Restoranê stranên xwe bistirên. Konsera li Amedê saet 20.00ê de û ya li Mêrdînê wê di 19.00ê de destpê bike.

Rûken Yilmazê klîpke nû weşandiye

Rûken Yilmazê vê carê ji strana “Min te dîti bû” ya gelêrî re klîbek amade kiriye. Yilmazê strana ku Nûrhak Kilagozî aranje kiriye stra ye û klîbek ji bo wê girtiye.

Albûma nû ya Yinon Muallimî 

Hunermendê Îsraîlî Yinon Muallimî di meha Hezîranê de albûmek bi navê “Norwegian Oud” weşandiye. Muallimî di albûma xwe ya nû de jî weke albûmên xwe yên berê berê xwe daye Rojhilatê û wan reng û dengên rojhilatî ber bi rojavayê ve lê dide. Di vê albumê de 10 stran hene ku bi ûd, piyano, kontrbas, bas, elektrîk bas, dahol, arp, hînt gîtar, keman, çello, ney, duduk û çendîn estrumanên din hatine lêdan.

Kargeha Şanoyê

Tiyatro Rîtuel wê meha pêş li Êlihê kargeha şanoyê li dar bixe. Yên ku bixwxazin heta 10ê Îlonê divê serîlêdana xwe bikin. Kargeh ji bo kesên temenê wan 20 û berjortir e. Di kargehê de wê dersa lîstikvanî û dîroka şanoyê bê dayîn. Di dawiya atolyeyê de li gor daxwaz û rewşa komê wê lîstikek bê amadekirin.

Ferîd Demîrel / Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin