
Li Herêma Kurdistanê zimanê Kurdî li ser tabelayan dibe mecbûrî
.
Lêkolîneke Tora Medyayî ya Rûdawê ya ku 25ê Gulanê hat weşandin, nîşan da ku beşek ji xwediyên firoşgehan zimanên Îngilîzî û Erebî bi kar tînin û zimanê Kurdî li ser tabelayên xwe gelekî biçûk dinivîsin.
Vê yekê jî dilgiraniya beşeke zêde ya welatiyan bi xwe re aniye.
Di civîna 1ê Hezîrana 2026an a Wezîrê Şaredariyan Sasan Ewnî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw de, pirsgirêka nenivîsandina zimanê Kurdî ya li ser tabelayan yek ji mijarên sereke bû.
Di civînê de hat destnîşankirin ku divê di demeke herî nêzîk de navên biyanî li ser tabela, lîsteya xwarinê û fatûreyên xwaringehan nemînin û bibin Kurdî.
Li Hewlêrê ji sedî 95ê cihan pêbend in
Birêvebirê Ragihandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Geştyariyê ya Hewlêrê Nerîman Fazil li ser rêkaran ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew li ser fermana Serokwezîr a sala 2023yan bi rêya komîteyên xwe rêkarên pêwîst bi cih tînin.
Fazil anî ziman ku her cihekî geştyariyê ku daxwaza destûrê dike, komîteyên wan hinek merc û rênimayan ji bo wan diyar dikin û yek ji wan mercan jî nivîsîna tabela, lîsteya xwarinê û fatûreyan a bi zimanê Kurdî ye.
Fazil destnîşan kir ku divê nivîsa Kurdî mezintir be û li pey çû:
"Eger mezintir jî nebe, nabe ku ji zimanên din biçûktir be û divê bi heman kalîte û heman fontê were nivîsandin."
Li parêzgeha Hewlêrê hezar û 611 cihên geştyariyê xwedî destûr in.
Nerîman Fazil eşkere kir ku heta niha ji sedî 95ê mijarê hatiye kontrolkirin û firoşgehan biryar bi cih aniye.
Fazil ragihand ku ew nêzîkî 3 salan e li ser fermana Serokwezîr li ser vê mijarê dixebitin.
Li gorî gotina Birêvebirê Ragihandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Geştyariyê ya Hewlêrê, hemû cihên geştyariyê tên pêbendkirin ku destûra wan hebe.
Eger van mercan bi cih neynin, destûrên wan nayên nûkirin.
Fazil diyar kir ku eger rênimayan bi cih neynin, destpêkê hefteyekê, du hefteyan yan jî 10 rojan didin wan.
Eger dîsa bi cih neanîn, ew cih ji aliyê tîmên wan ve tê girtin yan jî li gorî binpêkirinê cezayê pereyan li wan tê birîn.
Li Dihokê zêdetirî ji sedî 90 pêbend in
Berdevkê Geştyariyê yê Dihokê Şemal Hirorî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku li ser fermana Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê, Parêzgarê Dihokê û Birêvebiriya Geştyariyê ya parêzgeha Dihokê, xebatên li ser rêkarên nivîsîna navan a li ser tabelayan didomin.
Hirorî destnîşan kir ku ji bo vê mebestê komîteyeke taybet hatiye avakirin û ew li ser pirsgirêkê hûr dibin.
Li parêzgeha Dihokê destûr dane nêzîkî 700 cihên geştyariyê.
Hirorî anî ziman ku zêdetirî ji sedî 90ê cihan tabelayên xwe bi Kurdî nivîsandine û got:
"Divê beriya her zimanî zimanê Kurdî were nivîsandin.
Pişt re zimanên din çi Îngilîzî be yan Erebî be dikarin wekî navê duyem û sêyem binivîsin."
Berdevkê Geştyariyê yê Dihokê li ser binpêkirina biryarê jî eşkere kir ku cihekî geştyariyê ku pêbendî vê biryarê nebe, destûra wî nayê nûkirin û tê cezakirin.
Hirorî her wiha da zanîn:
"Ew cih destpêkê tên hişyarkirin.
Eger di wê demê de pêbend nebin, ew cih tê girtin yan jî cezayê darayî lê tê birîn heta ku em pirsgirêkê çareser dikin."
Li Silêmanî û Helebceyê rewş çawa ye?
Berpirsa Ragihandinê ya Birêvebiriya Geştyariyê ya Silêmaniyê Kîjan Ebdulahê jî diyar kir ku zêdetirî ji sedî 98ê cihên wan ên geştyariyê ku hejmara wan hezar e, tabelayên xwe kirine Kurdî.
Kîjan Ebdulahê destnîşan kir ku her binpêkirinek bi cezayê pereyan û girtinê bi dawî dibe.
Li parêzgeha Helebceyê jî zêdetirî 100 cihên geştyariyê xwedî destûr in.
Birêvebirê Ragihandinê yê Geştyariya Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re ragihand ku zêdetirî ji sedî 95ê cihan pêbend in û anî ziman ku ew zêdetirî 2 salan e li ser vê yekê dixebitin û ew rê nadin ku zimanên din li ser tabelayan bibe cihgirê zimanê Kurdî.
Hewraman Celal diyar kir ku di 2 salên borî de bi dehan cih hatine hişyarkirin û eşkere kir ku ev biryar ji bo parastina dîrok û zimanê Kurdî ye û cihên ku pêbend nebin dê werin cezakirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin