
Ehmed Hîlalî: 9 hezar endamên Asayîşê tevlî hêzên hikûmetê dibin
.
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê zêdetirî hezar û 200 şervanên HSDyê berdane.
Li gorî agahiyên ku Ehmed Hîlalî dane Rûdawê, kêm şervanên HSDyê di girtîgehan de mane.
Ehmed Hîlalî diyar kir ku hikûmet pêbend e ku hemû şervanên HSDyê berde lê hinek kes ji ber dozên din ên şexsî yan giştî girtî mane.
Wî li ser peymana 29ê Kanûna Paşîn jî da zanîn ku di dosyayên wekî hilbijartin, perwerde û ewlehiyê de pêşketinên mezin çêbûne.
Hîlalî eşkere kir ku dê di demeke nêzîk de zêdetirî 9 hezar endamên Asayîşê tevlî hêzên ewlehiya navxweyî bibin.
Her wiha wî amaje bi wê yekê kir ku derdora hezar û 650 malbatên Efrînî mane.
Dibe ku di hefteya pêşiya me de karwanê dawî yê vegera wan were amadekirin.
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî, pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Hîn jî çend girtî di girtîgehan de hene?
Ehmed Hîlalî: Hejmara ku di destpêka karê tîma serokatiyê de hatibû ragihandin û li gorî texmînên aliyên pêwendîdar ên HSDyê hezar û 70 şervan bû. Piştî lêgerîna li gelek girtîgeh û navendên ragirtinê, hikûmetê zêdetirî hezar û 200 şervanên HSDyê berdan.
Niha, birêvebiriya girtîgehan û aliyên pêwendîdar li ser lêkolîn û amaran dixebitin. Bi giştî, hejmareke zêde nemaye û hikûmet pêbend e ku hemûyan berde.
Rûdaw: Mebest ji wan rewşên takekesî yên ku berdana wan tê bipaşxistin çi ye?
Ehmed Hîlalî: Di têgihiştina rewşên takekesî de şaşî çêbûye. Ji bo zelalkirinê, wekî ku tê zanîn, piştî biryarên berdanê rûtîneke têkildarî qeyda tawanan heye. Gelo kesê ku aliyê pêwendîdar biryara berdana wî daye, ji ber dozên din tê xwestin an na?
Mebesta me ew e ku wekî “fiş”a tawanan tê zanîn. Ango biryara berdana girtiyekî di dozeke diyarkirî de dozên din betal nake, eger dozên şexsî yan dozên mafê giştî hebin ku bi biryarnameyên efûyê yên berê nehatine girtin. Li vir em qala çend rewşan dikin lê pêwîstiya wan bi çareseriyeke yasayî heye.
Rûdaw: Hejmara girtiyên ku ji ber dozên din ên negirêdayî endamtiya HSDyê tên xwestin çend e û cewhera van dozan bi giştî çi ye?
Ehmed Hîlalî: Li ser hejmara girtiyên di dozên din de ti amarên zelal nînin. Tişta ku hikûmet pê pêbend e ew e ku girtin ne ji ber endamtiya HSDyê ye, ev tiştek e ku me derbas kiriye.
Rûdaw: Pêkanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn gihîştiye kîjan qonaxê?
Ehmed Hîlalî: Tevî ku em di çareserkirina hinek dosyayên wekî dosyaya dadweriyê de dereng man jî me gelek dosyayên girîng bi hevkariya hemû kesên ku dixwazin vê pêvajoyê bi ser bixin bi dawî kirin, çi ji aliyê hikûmetê ve be çi jî ji aliyê HSDyê ve be. Wekî dosyaya hilbijartinên parlamentoyê ku li parêzgeha Hisîçayê xaleke dîrokî ye.
Her wiha dosyaya perwerde û hînkirinê ku em dê piştî çend salan cara yekem li seranserê parêzgehê bibin şahidê ezmûnên amadeyî û navîn. Her wiha di dosyaya birêveniriya genim û dosyaya deriyan de jî bi pêşketin heye.
Di dosyaya ewlehiyê de jî dê di demeke nêzîk de hevpeyvîn bi zêdetirî 9 hezar endamên Asayîşê rewere kirin ku di nav wan de nêzîkî hezar jin hene. Ev yek ji bo wê yekê ye ku bi saziya ewlehiyê ya Birêvebiriya Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Hisîçayê ya ser bi Wezareta Karên Navxweyî ve werin yekkirin.
Rûdaw: Hejmara malbatên Efrînî yên ku mane çend e û dê kengî vegerin?
Ehmed Hîlalî: Li ser malbatên Efrînî, li gorî amarên me yên dawî nêzîkî hezar û 650 malbat mane. Me tekezî li ser wê yekê kir ku rê li ber vegera malbatan bi awayekî dilxwazî û takekesî vekirî ye û pêwîstî bi ti tedbîrên ewlehiyê yên awarte nîne. Dibe ku em di hefteya pêşiya me de li gorî daxwaza xelkê karwanekî dawî amade bikin, ti astengî li ber vê yekê nîne.
Rûdaw: Kengî dê yekem karwanê vegera koçberên Serê Kaniyê bi rê bikeve?
Ehmed Hîlalî: Li ser koçberên Serê Kaniyê, çareserî dê hevwext be di navbera koçberên ji bajarê Hisîçayê ber bi Serê Kaniyê ve û her wiha vegera koçberên Serê Kaniyê ber bi Hisîçayê ve. Em dê piştî bidawîkirina dosyaya koçberên Efrînê dest bi rêkxistina vê mijarê bikin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin