Piştî Brîtanyayê Amerîkayê jî ragihand ku leşkerekî wan li Hewlêrê miriye

Piştî Brîtanyayê Amerîkayê jî ragihand ku leşkerekî wan li Hewlêrê miriye

.

A+A-

Leşkerekî Amerîkayê û leşkerekî Brîtanyayê li Hewlêrê mirin.

Li gorî agahiyan, di dema rahênanên leşkerî yên li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê de qezayek çêbûye.

Di vê bûyerê de leşkerekî Amerîkayê û leşkerekî Brîtanyayê mirine.

Heta niha rayedarên leşkerî yên her du welatan hûrgiliyên li ser çawaniya bûyerê eşkere nekirine lê wan ragihand ku lêpirsînê dest pê kiriye.

Artêşa Amerîkayê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyer roja yekşemê (31ê Gulanê) di dema rahênaneke hevbeş a li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê de qewimiye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Rahênan bi hevparên me yên Artêşa Brîtanyayê re hat kirin ku leşkerekî wan jî mir. Lêpirsîna li ser bûyerê didome."

Nasnameyên wan niha nayên eşkerekirin

Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku heya 24 demjimêr di ser agahdarkirina malbata wî re derbas nebin ew dê nasnameya leşkerê mirî eşkere nekin.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê di daxuyaniyeke cuda de piştrast kir ku wan malbata leşkerê xwe agahdar kiriye.

Wezaretê destnîşan kir ku beriya belavkirina hûrgiliyên zêdetir wan daxwaza "destûreke demkî" kiriye.

Amerîka hêzên xwe kêm dike

Divê were gotin ku Amerîka mijûlî kêmkirina hejmara wan hêzên xwe ye ku li Îraqê li dijî DAIŞê alîkariya hêzên xwecihî dikin.

Lê li gel vê yekê jî hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê mane.

Amerîkayê wekî nîşana berdewamiya wê pêwendiya stratejîk û dîplomatîk a di navbera Washington û Hewlêrê de meha kanûna pêşîn a borî konsulxaneya xwe ya herî mezin li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vekir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin