Cîgirê Parêzgerê Hesekê: 28 şervanên jin hatin azadkirin

Cîgirê Parêzgerê Hesekê: 28 şervanên jin hatin azadkirin

.

A+A-

Di çarçoveya cîbicîkirina peymana 29ê Çileyê de, 28 şervanên jin ên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) hatin azadkirin. Bi vê gavê re, hejmara kesên ku di çarçoveya vê peymanê de hatine azadkirin ji 1200 kesî derbas bû.

Cîgirê Parêzgerê Hesekê, Ehmed Hîlalî ragihand, berdana van şervanan di çarçoveya şopandina tîma serokatiyê de ye ji bo cîbicîkirina rêkeftina ku di 29ê Çileya borî de hatibû îmzekirin. Hîlalî destnîşan kir ku aliyên hikûmetê yên peywendîdar pabend in bi girtina dosyaya hemû girtiyên ku di nav peymanê de ne.

Ehmed Hîlalî tekez kir, dosyaya girtiyan, tevî dosyaya koçber û derbideran, dosyayên mirovî ne û nabe wekî mijarên danûstandinê yan bazarkirinê werin bikaranîn. 

Derbarê derengketinên berdana hin girtiyan de, Hîlalî diyar kir: "Di hin rewşan de derengketin çêdibe, ji ber ku ew kes di dozên din ên yasayî de tên xwastin ku peywendiya wan bi endamtiya HSDê re nîne. Ew dosya jî li gorî rêkarên qanûnî tên çareserkirin."

Azadkirina van şervanan piştî wê tê, di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê de, beriya Cejna Qurbanê pêncemîn qonaxa berdana girtiyan hat pêkanîn. Di vê qonaxê de, 88 girtiyên HSDê yên di destê hikûmetê de bûn, serbest hatin berdan. Bi vê gavê re, hejmara kesên ku di çarçoveya vê peymanê de hatine azadkirin, ji 1200 kesî derbas bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin