
Amerîkayê li Kendava Besreyê bi mûşekan li keştiyeke petrolê xist
.
A+A-
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Kendava Besreyê êrişî tankereke petrolê kiriye ku ber bi bendereke Îranê ve diçû.
CENTCOMê li ser êrişa hêzên Amerîkayê ya li ser tankera petrolê ya vala agahî da.
CENTCOMê da zanîn ku li avên navneteweyî "tedbîrên dorpêçê" li hemberî tankera bi navê "M/T Lexie"yê hatine pêkanîn.
Hat zanîn ku ew tankera bi alaya Botswanayê ber bi Girava Xargê ya li Kendava Besreyê ve diçû.
Guh nedaye hişyariyan
Li gorî daxuyaniyê kesên di keştiyê de guh nedaye fermanên hêzên Amerîkayê.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê mûşekek avêtiye beşa makîneyê û bi vî awayî keştî bêbandor kiriye û di encamê de rê li ber gihîştina wê ya Îranê hatiye girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin