Hunermend,  Gokhan Aslan

Hunermend, Gokhan Aslan

Şeyhmus Ozzengîn

A+A-

Di qirnê 21.an de, li ser xaka Kurdistan, carnan dibe sembolên olan, dibe deqek û tê ser anîya jinên Kurdistan. Carnan ji ola Zerdûşî, carnan ji ola Êzdîtî , carnan ji ola Cihûyan, carnan jî dibe sembolên ola Yêsûs. Ji kevirekî, ji korzîbirek Kurdistan sembolek bi rûh dibe û di hunerê Gokhan Aslan de carek din derdikeve ber me.

thumbnail-gokhan3.jpg

Pêl û bahozên di hest û ramanên hunermend Gokhan Aslan de, bi hunerê wî, bi hêrs daketîye ser tuwalê. Carnan bûye Kubîst, carnan Suprematîst, Surrealîst û carnan jî bûye realîstekî rastîya Civakî û derdikeve ber me.

Hunermend Gokhan Aslan, Xewn û xeyalên ku li pişt perda dîrokê mane, bi hêza hunerê xwe dinirxîne û carek din derdixe ronaya tavê.

Bandora van pêlên huner yek bi yek bibandor di hunerê Gokhan Aslan de xuya dike.

Di dewsa firçeya hunermendê me de, şopa derbên kaotîk û cîhana hunermend a melankolî jî bi şîveyek dîyar derdikeve pêşberî me.

thumbnail-gokhan4.jpg

Gokhan Aslan, di hunerê xwe yê wênekarî û pêykersazîyê de pir cûre bicûre  malzeme bikaranîye û bi rêmanek nerînî fîgûrên xwe yên nedîtbar re, bi rengan re jî rastîyek civakî bi awirên tûj dardixe ber me.

Di qirnê 21.an de, li ser xaka Kurdistan, carnan dibe sembolên olan, dibe deqek û tê ser anîya jinên Kurdistan. Carnan ji ola Zerdûşî, carnan ji ola Êzdîtî , carnan ji ola Cihûyan, carnan jî dibe sembolên ola Yêsûs. Ji kevirekî, ji korzîbirek Kurdistan sembolek bi rûh dibe û di hunerê Gokhan Aslan de carek din derdikeve ber me, bi awirên tûj re.

Di tabloyên xwe de, 21 şahrestanîyên Kurdistanê nexşandîye û wek şaheserekî kûfar dîyarî me kurdan dike van sembolan.

gokhan4.jpg

Her fîgûrek pêkersazîya hunermend Gokhan Aslan, hestek mirovên Kurd, awirek kevnar bi ruh dike û datîne ber me. Bi vê bandora kevnar, modernîzmê şîrove dike û bi van fîgurên xwe re deformîze dike û bi neştera huner re dihone.

Hunermend Gokhan Aslan, di hunerê xwe de wek ku bikar anîye; bi wê bawere ku huner, bi xwedîkirina hêjayên demkî-herêmî dikare derkeve qada zanistîya gerdûnî. Hunermend bi vî hestî jî dibe mînakek ji me re.

gokhan5.jpg

Hunermend Gokhan Aslan, ji 2010 an û virde  li Bajarokê Bismil ku bi ser Amedê ve girêdayîye, Atolya huner a bi navê Bismilgerm meşandîye.

Ji 2018 an û virde jî li Amedê, Atolya Germ a Huner vekirîye û xebatên xwe li Amedê didomîne.

Gokhan Aslan:

Li Amedê hatîye dinê. Dibistana serete û a navîn li Amedê kuta kirîye. Perwerdeya xwe a akademîk li Unîversîte ya Enkara-Gazî, beşa Hunerkarîya Bedewî temamkirî ye.

Di 2005 an de yekem car atolya xwe a Germ vekirîye û kar û xebatên xwe yên hunerkarî li wir domkirî ye.

gokhan6.jpg

Hunermend Gokhan Aslan, bi rolekî aktîf xwepêşedanên hunerî meşandîye û dimeşîne.

Çalakîya yekem li Unîversîta Gazî A Enkerê bi navê Xwepêndana wênekarîya pircûre“ lidar xistîye.

Bi sirê:

2000 pêşangeheke hunerî ya Zanîngeha Enqereyê, Gazi

2005 Şaredariya Amedê Mêvan mala pêşangeheke hunerî

2006 pêşangeheke hunerî ya Amedê Art kolanan

2009 Amed Çarling pêşangeheke hunerî şexsî

2009 ya Amedê Kolana Hunerê li ser 12 Îlonê, pêşangeheke peyker têgehî

2010 pirtûka Amed TUYAP'a pêşangeheke hunerî şexsî adîl

2010 Amed `The Dark Night pêşangehê de tevlihev li Breaking Dawn '

2010 li Stenbolê pêşangeha Solo ji Fair Hunerê ya Stenbolê Hemdem

2010 Pêşangeha Amed Fuara Bazirganî Solo

2010 Paintings Stenbolê Kurdish Kava Personal li Salona Pêşandanê

2011 Amed Bismil germ art şexsî de pêşangeheke hunerî gallerî

2012 Siverek Adar pêşangeha 8'emîn gumrikê, pêşangeheke hunerî şexsî

2012 Bismilgermart pêşangeha kurtaj

2013 pêşangehên Baku North North Amed Art Gallerî

2013 Amed Art Gallerî pêşangeha solo

2014 Bismilê Nûjîn Women detemir Home li Salona Pêşandanê

2015  Pêşangeha Amed Kurdistan Art Gallerî

2015 Pêşangeha Navneteweyî ya TUYAP'ê li Stenbolê

2018 Paintings Elenî Helbest Home Personal

2018 German Retrospective pêşangeha Atolyeya Hunerê

 

gokhan7.png

gokhan8.png

gokhan11.pnggokhan12.png

14.08.2019

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin