Yekîtiya Ewropayê ji bo Îraqê hişyarî da: Metirsiya aloziyên navxweyî heye

Yekîtiya Ewropayê ji bo Îraqê hişyarî da: Metirsiya aloziyên navxweyî heye

.

A+A-

Berpirsa Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku Îraq ji bo wan cihê dilgiraniyeke mezin e.

Kallasê hişyarî da ku her cure aloziya li Tengava Hurmizê, li Îraqê metirsiya peydabûna  aloziyên navxweyî çêdike.

Me li Brukselê li ser xelasbûna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) yê li Îraq û Herêma Kurdistanê û paşeroja herêmê pirs ji Kaja Kallasê kir.

Kallasê di bersiva xwe de bal kişand ser metirsiyên li ser aramiya welêt û got:

“Îraq ji bo me cihê dilgiraniyeke mezin e, bi taybetî jî wan bûyerên ku li Îran û Tengava Hurmiz diqewimin.”

Têkiliya aborî û aramiya navxweyî

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê behsa girêdayîbûna aboriya Îraqê ya bi rêyên avê kir û anî zimên:

“Divê em vê yekê zanibin ku dahata hikûmeta Îraqê ya ji bo dabînkirina xizmetguzariyan, pişta xwe dispêre hinartina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê.

Lewma eger nikaribin wan xizmetguzariyan dabîn bikin, metirsiya peydabûna alozî û pevçûnên navxweyî tê pêş.

Ji ber vê yekê em li gel berpirsên Îraqê di pêwendiyê de ne da ku em zanibin ka em dê çi bikin çimkî ev ji bo me û hevalbendên me yên herêmî cihê dilgiraniyê ye.”

Zeydî diçe Washingtonê

Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî yê li Îraq û Herêma Kurdistanê îlona pêşiya bi dawî dibe û hîn ne zelal e bê ma dê were dirêjkirin yan na.

Di vê navberê de Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro diçe Washingtonê.

“Ewlehî û pêwendiyên her du welatan” mijareke sereke ya dan û standinên bi îdareya Amerîkayê re ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin