Helbestvan TRÎFA DOSKÎ

Helbestvan TRÎFA DOSKÎ

Helbesta ”Heyran” mirov li ser ewran dibe rêwîtîyek rengareng di nav çanda kurdî de û li nav hestan digerîne. Helbestek mîna romanekê ye, evin, bêrî, hest, erotik, romantîk bi pênûsa jinek kurd mîna keskesorê ye...

A+A-

Ez di sala 2009 an de, li helbesta ”Heyran!” rast hatim, Dema min xwend, bi her gotinê, bi her hevokê re dilşadbûm ku min helbestek weha bi hêz û rengareng ji pênûsa jineke kurd ku weha bi serbestî nivîsandîye, dixwend. Xweştirîn ew bû ku jinek kurd bi kurdî helbestek weha di civakek teng de karibîye binivîsîne.

Helbesta ”Heyran” mirov li ser ewran dibe rêwîtîyek rengareng di nav çanda kurdî de û li nav hestan digerîne.  Helbestek mîna romanekê ye, evin, bêrî, hest, erotik, romantîk bi pênûsa jinek kurd mîna keskesorê ye... Hestên bi kurdî ancax weha xweş kare were tarîfkirin û nivîsandin.

Min wê demê helbest di computera xwe de bi navê Trifa Doski 30/10/2009 tomar kiribû. Min xwest ez vê jinê  û pênûsa wê pîroz bikim. Bêguman min xwest ez xwe dîya helbestê binasim û helbestên wê yên din jî bixwînîm…

Ez li ser medya lêgerîyam lê mixabin min ew pêde nekir…. Di nav re çend sal derbasbûn, dîsa min xwest Trîfa bi rîya medya civakî pêde bikim. Min çend meh berê ew di facebok de pêde kir û ji wê re peyam şand, lê ji ber sedema ku min kurdî bi tîpên latînî nivîsîbû û ew bi tîpên kurdî/soranî dinivîsîne nameya min nexwendî li di inboxa wê de mabû…

Di dema betlana noel û sersalê de ez çûm ba hevaleka xwe ku ji bajarê Dihokê ye, mijara me hat ser helbesta kurdî, min jî behsa helbestaTrifa Doski kir û helbestê ji wan re xwend. Min got ku ev çend sal in dixwazim wê pêde bikim û agahdarî li ser helbest û xebata wê, ji wê bigrim. Min bi alîkarîya hevala xwe ku bi tîpên Kurdî/soranî alîkarî kir, têkîlî bi Trifa Doskî re danî … Piştî sohbeteke bi kurdîyek zelal û dirêj bi rêzdar Trifa Doski re, min agahdarî li ser kar û xebata wê girt û bi destûra wê helbesta wê ya” Heyran” bi we xwendevanên Rûpela Nû re parve dikim…

Roza Kurd    2020/1/26

 

Trifa Doski ji başûrê Kurdistanê ji bajarê Dihokêye. Ji sala 1995an de mamosteya dibistana sereteye. Trifa di warê karê mirovan de, bi rêxistinên mafên zarokan re xebat kirîye. Gelek xebat ji bo jinên di zindanan de kirîye û bûye palpişt ji bo jinên ku ji ber sedemên, dîn, ayîn, kultur, eşîrtî û gelek astengîyên civakî tûşîkê şeyan hatine. Bi salan serokatîya komeleyek ku alîkarîya jinan dike kirîye û herweha bi salan li wargehek jinên bindest, xebat kirîye û bûye alîgir.

Sala 1995an de ketîye nav cîhana nivîsê û helbestan. Di navbera salên 2000-2012an de sê pirtûkên helbestê derxistîye. Pirtûka yekem a helbestê bi navê ”Straneke Spî” dûre ”Êvarîya Kesk” û ”Payizeke Şîn” derxistîye…. Helbesta Heyranyek ji helbestên pirtûka wê ya Payizeke Şîn e.

 

whatsapp-image-2020-01-31-at-00-56-15.jpeg

 

 

HEYRAN!

Ez...
Xerîbîya bêhna te dikim
xwezî, min têr, têr te bêhn kirba
ta bêhna te, ez girtibam.

 

Xwezî ji xêra Xwedê û mîrê miradan re,

min, kunîleyên laşê xweyê zuha, ji bêhna xwêdana bedena te dagirtiban.

Li gel her dilopekê, hizrek min ji hêlîna xwe,

ber bi sînorên keskesora bilind,  ji bilindîyatîyên navê te, li sahîya asîmanan, firîba

Çunkî, tu merd î û ez merd im.

Ez dê, firek ji bayê bêhna bedena te, bidim gulan

da ku, bejnên xwe pê bixemlînin û dezgirên xwe pê binazelînin

demê ku, pelatînkên çengsotî li hawîrdor, sema eşqeka sermedî li gel bijkujan sazdikin.

Ez dê firek ji bêhna bedena te bidim sitêrkan

da ku, xwe pê taher bikin û li şevnîvên şevan, di hembêzên mêrên xwe de, bêhtir şewq bidin.
Bîra te dihê; demên kuçavên te û çavên, min, carna dibûn gilop, bi dîwarên sipî ve,

car jî dibûn sitêr li şevistana wî bajêrê germ,  ji germa hinavên me?

Ez dê firek bayê bêhna bedena te bidim darkajan, da ku çavên xwe pê kil bikin û li benda dû aşiqên wek me bimînin, gava ku li jêr, sîberawan, damanê, bi peyvan û maçan dikin...

Na na! Gava ku biryar didin, ku gunehek xweş û rewa bikin.
Ez dê firek ji bêhna bedena te bidim deryayê,

da ku xwe pê bişû, berî henaseya xwe bike, di guhê okyanûsî de û hizar hizar deravên zelal bizên….

Berî ku, kefa sipî beravên bendeman û bêrîkirinê binixêve.

Ez dê firek ji bêhna bedena te bidim baranê

da ku şerm ji xwe neke, ka tê ku, xezelê bi axê dike

da ku cihên pên te, herdem ter û kes bimînin û yê dî, xelk qestaserên milan neke, ji bo nivêja baranê, qurbana erdê tu lê.

Ez dê... Û dê... Û dê...!

Ez dê firek bayê bêhna bedena te bidim dû kêla sedsala bîst û yekê

dema ku li gel ewran dibe cot.

Ez dê firek bayê bêhna bedena te, bi agirê dîrokê de bikim

ji bo ku, bivemre û yêdî aştî bibestiran li ser devê zarok û pîr û kalan

seranser hêlênpan û dirêj.

Ax...

Bêhna te çend xweşe!
Sûr e, wek xwêdana enîya rezvanên gundê me berî enfalê
rohn e, wek şîrê dayika min berî ku birêje ser axê
ter e, wek wan şikeftên hêjkes bi ser hilnebûyî
Wek perrên nîsanokan,
Ez te di bêhna te de dibînim
Çavan li min diniqînî
û dibêjî: Ez heyranî kê bim? Ez gorî kê bim?

Ez dibêjm: heyranî min!

Tu dibêjî: û kî din?
Ez dibêjim: dîsan min!
Bermayikên xewna xwe, ji bêder asîngê te vêdidim
gumanan, berba dikim.
Hezên tozgirtî bi bêhna bedena te, terr dikim

û di baxçeyên dilê te de diçînim.
berî ku tu av bidî
ebrûyên xwe digehînî hev

û li min dinêrî
Ji çavên xwe awiran diweşînî kelexê min
û dibêjî:

Ez heyranî kê bim?
Bi avek şîn,

Û hezên şîn,
Maçên şîn,
Em çûn û çûn...
Gehiştin derazînka behiştek şîn!

Pêk ve, wek rêvingekê û sîberawî,

bi roj xwe, ji rojêve didizin û bi şev jî, xwe bi danga heyvê ve digirin

ji bo ku, serê rêkan winda nekin.

Car bi gavan, car jî bi maçan, sîmên sînoran li dûv xwe dihêlin û digehin cihên dûr dûr...

Kes lê nîne, belê, hindek caran ez û tu... û hindek caran tu û ez……


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin