Hejmara Psychology Kurdî ya nû derket

Hejmara Psychology Kurdî ya nû derket

Hejmara 9em ya kovara derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derket.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan

 

Hejmara 9em ya kovara derûnnasîyê “Psychology Kurdî” derket. Weke ku tê zanîn ev kovar, yekem kovara derûnnasîyê ya bi kurdî ye û ji 4 mehan carekê diweşe.  Kovara derûnnasîyê di vê hejmara xwe ya nû de weke dosyayê cih daye “Jin û Derûniya Jinê”. Bi vê dosyayê xwestine ku mijar û pirsên nû têxin rojevê. Wekî din di hejmara nû de ji bilî dosyayê dîsa gotarên curbicur û balkêş cihê xwe digirin.

 

Di vê çarçoveyê de;

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Derûnîya Şidetê, Trawma û Çand” ya ku ji alîyê Abdulsıttar Özmen ve ji îngilîzî hatîye wergerandin, bi zimanekî zanistî behsa trawma û derûnîya şidetê dike ku bê ka çawa çand; civak û nifşan dixe bin bandora xwe.

 

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Derûnîya Jinan di Civaka Pederşahî de” li ser zayenda civakî û şideta derûnî ya li hemberî jinê radiweste û di derûnîya jinan de rola faktorên takekesî û civakî rave dike.

 

Prof. Dr. Şahika YÜKSEL bi xebat, lêkolîn û nivîsên xwe yên derbarê jinan tê nasîn. Me jî di vî warî de bi berfirehî hevpeyvîneke dewlemend bo xwendevanên xwe amade kiriye.

 

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCΠbi nivîsa xwe ya “Jin û Derûnkolînerî”yê behsa rol û bandora jinê di derûnkolînerîyê de dike, bê ka rola jinan di destpêk û avakirina derûnkolînerîyê de çi ye.

 

Derûnnas Siyabend ASLAN di nivîsa xwe de derûnîya ducanîtîyê rave dike û nexweşîyên derûnbijîşkî yên ku di vê qonaxê de bêhtir tên dîtin vedibêje.

 

Derûnnas Leyla NISÊBÎNΠdi nivîsa xwe ya “Terapîyên Femînîst” de, zanista serdest, di terapîyê de pirsgirêkên jinan û nirxandina wan, têkilîya zordarîyên civakî û takekesî, tundîya zayendî û rêbazên terapîya femînîst nîqaş dike.

 

Derûnnas Rewşen REMAKΠbi nivîsa xwe ya “Zewaca bi Zaroktî û Pirsgirêkên Wê yên Derûnî” li ser pirsgirêkên zewaca bi zaroktîyê radiweste û zewaca pêşwext dinirxîne.

 

Derûnnasê Klînîkî Yusuf ATABAY bi ceribandina xwe ya “Têkilîya Zarok û Dayîkê” bi hûrgilî behsa têkilîya dê û zarokê dike û girîngîya vê rewşê berçav dike.

 

Pispora Xizmeta Civakî Gulperî GÜNDÜZ di nivîsa xwe ya “Zayenda Civakî, Femînîzm û Sepana Xizmeta Civakî ya Femînîst” de, li ser jin û têgehên ‘zayenda civakî’ û ‘zayenda biyolojîk’ sekinîye û piştre têkilîya zayenda civakî û feminîzmê û girîngîya sepana xizmeta civakî ya femînîst rave kirîye.

 

Ji bilî gotarên dosyayê gelek xebatên li ser mijarên curbicur hene.

Şêwirmendê Derûnî Erdal GÜL bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Baverîya Raya Haq de Motîfê Ana Fatma û Bingeyê Psîkolojîkê”, Mamosteyê Perwerdehîya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Taybetmendîyên Zarokên Astengdar yên ku Perwerdehîya Entegrasyonê DibîninDerûnnas Îsmaîl GÜVEN bi “Şîzofrenî”,  Derûnnas Isabella BÊRÎVAN bi “Psîkolojiya li Pişt Komkujîya Cadûyan a Serdema Navîn”, Hataw Ahmed SHARIF û Shwana Kanabi OMER bi “Arambûnewe (Xawbûnewe)”, Newroz Xebat YILDIRIM bi “Hûr Hûr Lêxin Govendê”, Antropolog Welat RAMÎNAZAD bi “Meymanperwerîya Dagirbîyayoxanî û Meşrukerdişê Dagirbîyayişê Înanî” û Sînemager Ferat KEVIR bi “Jin û Sînemaya Kurdan” bi me re ne û mêvanê beşa “Pirs  û Bersiv”ê Sînemxan BEDIRXAN e.

Hûn dikarin hejmara nû li ser înternetê û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin