Hejmara nû ya Kovara Temaşeyê derketiye

Hejmara nû ya Kovara Temaşeyê derketiye

.

A+A-

Hejmara nû ya Kovara Temaşeyê derketiye

Hejmara heftan a Temaşeyê hate weşandin. Di berga vê hejmara kovarê de wêneya Jîna Emînî cih digire.

Kovar bi formada PDFyê û weke e-kovar tê weşandin. Kovara ku 3 mehan carek derdikeve di vê hejmara xwe de cih daye gotarên akademiyê. Kolonyalîzm û dekolonyalîzm, mekan û alegorî û rewşa sînemaya kurdî mijarên sereke yên vê hejmarê ne. Her wiha edîtoriyê bal kişandiye ser rewşa polîtîkbûna sînemaya kurdî. Kovara ku bi sê zaravayên kurdî tê amadekirin di vê hejmarê de cih daye 12 nivîsên kurmancî, 3 nivîsên kirmanckî û nivîsek jî bi soranî.

Di vê hejmarê de Armanc Dayanî hevpeyvîneke berfireh bi derhêner Emîr Xulamiyî re kiriye ku tê de serpêhatiya Xulamiyî, rewşa sînemaya Rojhilatê û bi giştî behsa sînemaya kurdî hatiye vegotin.

Di beşa zazakî de Pinar Yildizê bi serenavê “Sînoran Ser ra Ver bi Keyeyî: Sînemaya Alî Kemal Çinarî” behsa sînemaya Alî Kemal Çinarî kiriye. Her wiha Welat Ramînazadiyî jî bi mijarek cuda bi serenavê “Fîlmê Beatsî: Şiknayîşê Ezîktî û Ferdbîyayîş” li pêşberî xwînerên kovarê ye.

Di beşa soranî de Ehmed Xulamiyî bi fîlmê Yilmaz Güney Hêvî (1970) sînema û sîyasetê nirxandiye.

Her wiha bi xwendineke akademîk Engîn Sustamî bi serenavê “li Xaçerêya Hêmayên Dekolonyal Sînemaya Kurdî” li ser taybetmendîya antî-kolonyal ya sînemaya kurdî nivisiye. Ozkan Kûçûkî jî pêşketîna sînemaya kurdî û rêyên wê ji xwe re kiriye mijar. Rûmet Medî li ser Béla Tarr û sînemaya wî nivîsiye. Miradê Miradan berê xwe daye Dekaloga Kieslowski û analîza her deh hejmaran kiriye. Hesen Chalakî bi fîlmê Mr. Turner (2014) li ser wênesazî û sînemayê nivîsiye.

 

Ji bo xwendinê:  https://www.kovaratemase.com/

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin