Hêja Netirkê vîdeo klîbek ji bo strana xwe ya bi navê “Sobe” çêkiriye

Hêja Netirkê vîdeo klîbek ji bo strana xwe ya bi navê “Sobe” çêkiriye

.

A+A-

Strana “Sobe (En-el Welat)” yek ji stranên albûma dawî ya bi navê “Pistepistek Bilind” a Hêja Netirkê ye. Roşeng Rojbîrî gotinên stranê nivîsîne.

Hêja Netirkê, video klîbek ji bo strana xwe ya bi navê “Sobe (En-el Welat)” amade kiriye. Hêja Netirkê muzîk ji stranê re çêkiriye û Roşeng Rojbîrî jî gotinên stranê nivîsîne.

“Sobe” yek ji stranên ku Hêja Netirkê di albûma xwe ya bi navê “Pistepistek Bilind” de straye. Albûm demeke berê hatibû weşandin û 8 stran tê de hebûn.

Hêja Netirkê diyar kiriye ku wê ev stran ji bo “Kurdistan”ê çêkiriye. Evrîm Kaya dîrektoriya vîdeoyê kiriye û video li ser hesabê Hêja Netirkê yê YouTûbe-ê hatiye weşandin.

Derbarê Hêja Netirkê de

Hunermendeke multîdîsîplîner e. Ji Mêrdînê ye. Di sala 1988an de jidayik bûye. Ji sala 2018ê û vir ve li Almanyayê dijî. Hêja Netirk ji programa Lîsansa Bilind a Wêjeya Berawirdkirî li Zanîngeha Columbiayê bûrsa Fulbrightê wergirtiye. Lê ji berk u di wê demê de li Tirkiyeyê girtî bû, nikarîbû sûdê ji wê bursê werbigire. Wê li Zanîngeha Bogaziçiyê beşa Wêjeya Ingilîzî qedandiye.

Çêkera fîlmê bi navê Momê ye ku Rodî Guven Yalçinkayayî ew di sala 2018an de girtibû. Her weha rola sereke ya vî filmî ya Hêja Netirkê bû. Di sala 2020an de yekem albûma xwe ya muzikê bi navê “Stranên Neşuştî” derxistiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin