
Kurdên Êzidî yên li Ewropayê dixwazin vegerin axa bav û kalan
.
Bi dehan hezar Kurdên Êzidî ku ji Bakurê Kurdistanê koçberî Ewropayê bûne, piştî nîqaşên li ser pêvajoyeke nû ya aştiyê çavên wan li vegera ser axa bav û kalan e.
Nexasim jî ew kesên ku zarokatiya wan li welat derbas bûye û paşê koçberî Ewropayê bûne dixwazin vegerin.
Lê ji bo ku Êzidî bikaribin vegerin, ew daxwaz dikin ku hemû erd û milkên wan li ser navê wan werin tapokirin.
Her wiha ew dixwazin ku gundên wan ji aliyê dewletê ve ji nû ve werin avakirin û rê û binesaziya gundên wan ji bo vegerê werin çêkirin.
Kurdên Êzidî yên ku ji salên 1980yan ve ji gund û navçeyên parêzgehên Bakurê Kurdistanê koçberî Ewropayê bûne, dixwazin careke din li cih û warên bav û kalan vegerin.
"Pêvajoya aştiyê ji bo vegerê derfetek e"
Li gorî birêvebirên navendên Êzidiyan, çi bi demkî be û çi jî bi mayînde be, ew dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser bikeve.
Ew daxwaz dikin ku şert û mercên vegera wan a li welat werin hêsankirin.
Serokê Navenda Çand û Mafên Êzidiyan a li Eyaleta Saksonyayê ya Almanyayê Şahap Dag li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Gundên me yên ku hatine desteserkirin hene. Milkên me û cihên me hene ku cîranan dest daniye ser wan. Yanî derd û kul gelek in.
Tiştê ku di sed salan de karek li ser nehatibe kirin, di nava rojekê de çênabe, em vê jî dizanin. Em hêvîdar in ku dewlet zêdetir lê xwedî derkeve.
Dewlet divê wê derfetê bide yan jî wê baweriyê bide Êzidiyan da ku Êzidî li cih û warên xwe vegerin."
Hesreta welêt li Ewropayê naqede
Êzidiyên ku ji cih û warên xwe bûne û bi dehan sal in li Ewropayê, nexasim jî li Almanyayê dijîn, diyar dikin ku hesreta wan her tim welatê wan e.
Kurda Êzidî Behiye Bengiya ku li Almanyayê wekî koçber dijî li ser daxwaza xwe ya vegerê got:
"Bila her kes vegere cihê xwe. Eger li gorî daxwaza me be, bila her kes vegere ser ax û warê xwe.
Bila her kes vegere. Bi Xwedê gava her kes vegere, ez ê jî vegerim."
Koçbera li Almanyayê Esmer Kartalê jî wiha axivî, "Em dixwazin bigihîjin ser xweliya xwe.
Em çawa li vir çêbûne, em dixwazin careke din ji bo dê û bavên xwe vegerin vê derê."
"Mirov ji bîr nake û dîsa ax dikişîne"
Kurdê Êzidî Ferhad Topuyê ku ew jî li Almanyayê koçber e, hestên xwe wiha anîn zimên:
"Bav û kalên me li vir in. Her tiştê me li vir e. Mirov ji bîr nake û dîsa ax dikişîne.
Em çi qas li welatên xerîbiyê bin jî, gava ji aliyê dewlet û milet ve rê were hêsankirin, em dê vegerin."
Piştî sala 2013yan veger rawestiya
Di pêvajoya aştî û çareseriyê ya sala 2013yan de gelek Êzidî ji bo çend mehên havînê be jî vegeriyabûn gundên xwe û ji bo xwe xanî ava kiribûn.
Lê piştî têkçûna pêvajoyê, vegera wan a li welat jî hatibû rawestandin.
Niha ku nîqaşên li ser pêvajoyeke nû hene, hêviyên wan ên vegerê dîsa zindî bûne.
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin