
Konseya Ewropayê: Tirkiye di hejmara girtiyan de li Ewropayê yekem e
.
Li gorî rapora Konseya Ewropayê ya 2025an a li ser girtîgeh û berdana bi çavdêrî, Tirkiye di nav welatên endam de di warê hejmara giştî ya girtî û cezaxwaran de ketiye rêza yekem.
Di raporê de hat eşkere kirin ku li gel 392 hezar û 456 girtiyan, 424 hezar û 317 kes jî di bin şertê çavdêriyê de ne.
Bi vî awayî hejmara giştî gihîştiye 816 hezar û 773 kesî.
Her wiha tê gotin ku ev pergal li şûna bibe alternatîvek ji bo cezayê zindanê, zêdetir wekî cezayekî pêvek û temamker tê sepandin.
Rapora bi navê “Li Ewropayê Berdana bi Çavdêrî û Girtîgeh 2025: SPACE II” û xebata bi sernavê 'Amarên Sereke' li ser pergala sepandina cezayan a Tirkiyeyê amarên balkêş derxistin holê.
Li gorî amarên 31ê Kanûna Paşîn a 2025an, Tirkiye di hejmara giştî ya girtî û cezaxwaran de li seranserê Ewropayê yekem e.
Her wiha di rêjeya berdana bi çavdêrî de jî li pey Polonyayê di rêza duyem de ye.
Hejmara girtî û cezaxwaran ji 816 hezarî derbas bû
Li gorî amaran, Tirkiyeyê di hejmara giştî ya kesên cezakirî yên li Ewropayê de cihê xwe yê rêza yekem parastiye.
Rapor hejmara kesên di zindanan de û yên di bin çavdêriyê de hatine berdan bi giştî wekî "hejmara cezakiriyan" pênase dike.
Heta 31ê Kanûna Paşîn a 2025an, li Tirkiyeyê 392 hezar û 456 girtî û 424 hezar û 317 kesên ku cezayê wan bi şertê çavdêriyê tê sepandin hene.
Bi vî awayî, hejmara wan bi giştî digihîje 816 hezar û 773 kesî.
Li gorî encaman, li Tirkiyeyê ji her 100 hezar kesan 953,5 kes cezaxwar an jî girtî ne.
Bi vê rêjeyê Tirkiye di nav hemû welatên Konseya Ewropayê de li pêş e.
Di vê lîsteyê de piştî Tirkiyeyê bi rêjeya 841,8an Polonya, bi 699,4an Gurcistan û bi 578,6an jî Albanya tên.
Welatên ku rêjeya girtî û cezaxwaran lê herî kêm e jî ev in: Swîsre (121,5), Îzlanda (122) û Fînlanda (129,7).
Berdana bi çavdêrî: Tirkiye li Ewropayê duyem e
Di rapora Konseya Ewropayê de ya ku tora "Rojeva Zindanan" parve kiriye, tê eşkerekirin ku Tirkiye, Gurcistan û Moldova ew welat in ku rêjeya girtî û kesên di bin çavdêriyê de lê herî zêde ne.
Rapor vê rewşê wiha dinirxîne: Li van welatan ev pergal ne wekî alternatîveke zindanê lê wekî cezayekî zêdekirî û pêvek tê bikaranîn.
Li gorî amarên dawî, rêjeya kesên bi çavdêriyê hatine berdan li Tirkiyeyê ji bo her 100 hezar kesî 495,3 e. Bi vê amara xwe Tirkiye li pey Polonyayê (652,4) li Ewropayê di rêza duyem de ye.
Zêdetirî 8 hezar zarokan di bin çavdêriyê de ne
Li gorî zanyariyan, li Tirkiyeyê 8 hezar û 613 zarokên ku temenê wan ji 18 saliyê biçûktir e di nava pergala berdana bi çavdêrî de ne.
Ev hejmar dike ji sedî 2yê hejmara giştî ya vê lîsteyê.
Di xebatê de her wiha amarên jin û biyaniyan jî hatine ragihandin.
Li seranserê Ewropayê rêjeya jinên ku ev pergal li ser wan tê sepandin ji sedî 10,7 e lê ev rêje li Tirkiyeyê tenê ji sedî 5,9 e.
Li ser biyaniyan jî rewşeke bi vî rengî heye. Li Ewropayê rêjeya navîn a biyaniyan a di nav vê pergalê de ji sedî 9,9 e, li Tirkiyeyê jî ev rêje ji sedî 2,8 e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin