Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin a ava vexwarinê vedike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin a ava vexwarinê vedike

.

A+A-

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 19ê Tîrmeha 2026an, projeyeke ava vexwarinê ya nûjen ku ava paqij digihîne 53 gundên herêmê, vedike. Ev proje beşek e ji plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo nûjenkirina binesaziya avê û baştirkirina jiyana welatiyan.

Navenda vê projeyê û westgeha parzûnkirinê li gundê Balindayê yê ser bi Mergasorê ve hatiye avakirin. Ev proje di her saetê de dikare 1200 metre sêcar avê biparzûne û belav bike.

Proje ji sê stasyonên sereke yên pampkirinê pêk tê; bi giştî 24 pamp û 70 depoyên bi qebareyên cuda yên ji bo komkirina avê hene ku qebareyên wan ji 100 heta 8000 metre sêcar ne.

Dirêjahiya xetên sereke yên veguhestinê nêzî 220 kîlometre ye û tora navxweyî ya gundan jî zêdetirî 320 kîlometre ye; bi tevahî dirêjahiya tora projeyê 540 kîlometre ye.

Ev proje zemîneyeke guncav diafirîne, da ku welatiyên deverê zêdetir giringiyê bidin sektorên giring ên çandinî û ajaldariyê, ku ev yek ji bo aboriya welat piştgiriyeke mezin e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin